* Nûnerê Tarim Orkam-San ê Semsûrê Yûsûf Demîr, ragihand ku îsal ji ber ziwabûnê dê li bajêr ji sedî 60-70 debr neyê kirin û xwest polîtîkayên çandiniyê bên guherandin.
* Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Berî ku xeberên êşbar bên, divê ji bo qebûlkirina daxwazan gav bên avêtin."
* Nûnera Yekîtiya Komîteyên Jinan a Fîlîstînê Abeer Abû Khadîr, diyar kir ku divê saziyên navneteweyî sûcên ku Îsraîl li hemberî gelê Filîstînê dike îfşa bikin û ji bo piştevaniyê bang kir.
* Rêvebirê OHD'ê Parêzer Ekîn Yeter, anî ziman ku bi "Qanûna Înfazê" re erkeke ji mekanîzmayên darazê wêdetir ketiye destê desteyên çavdêriyê û pirsên wekî "Gava tu derkevî tu yê di HDP'ê de bixebitî?" berpêşî girtiyan tên kirin.
* Li navçeya Yenîşehîrê di bin navê "projeya nûkirinê" de dar tên birîn. Hevberdevkê Ekolojiyê yê HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku qada daristanî pişika bajêr e.
* Derûnnas Mesût Aslan, diyar kir ku fikara ji bo pêşerojê û nediyarî xwekuştinê gur dike. Aslan, destnîşan kir ku dê bi piştevaniyê pêşî li ber bûyerên civakiyî bê girtin.
* Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin wê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (09.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'a Dersimê ji bo roja 500'emîn a windakirina Gulistan Dokû li Pira Dînarê dê şahiya nepox firandinê li dar bixe. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê wê rapora 4 mehan a binpêkirinên mafan ên li herêma Egeyê dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (11.00)
* HDP wê li Mêrsîn û Îzmîrê têkildarî Doza Kobanê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê wê rapora "Adar-Nîsan Kovîd-19" wê li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê biaxive. (12.45)