KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir

  • rojane
  • 15:45 17 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê  encamnameya konferansa xwe ya ‘Helwesta Neteweyî û Nîştimanî ya li Dijî Êrîş û Dagirkeriya Tirkiyeyê’ aşkera kir û diyar kir ku parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina tevahî Kurdistanê ye û ev tişt got: “Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurdan e.”
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 15'ê gulanê de bi navê ‘Helwesta Neteweyî û Nîştimanî ya li Dijî Êrîş û Dagirkeriya Tirkiyeyê’  bi awayekî online konferansek li dar xist. Nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên kurdistanî, ji hemû pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar, nûnerên pêkhate û dîn) yên kurdistanî ku xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin tevlî konferansê bûbûn. KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî encamnameya konferansê aşkera kir. 
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
“Dewleta Tirkiyê di roja 24.04.2021’ê de, li Başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da destpêkirin. Niha li van herêman, şerê giran rû dide. Ev êrîşên mezin li dijî hemî destkeftiyên Kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenosîd) li dijî gelê Ermenî ye. Destpêkirina operasyonê ya di vê rojê de, ne tesadûfe. Peyam vekiriye û peyama jenosîdê ye.
 
DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDISTANÊ YE
 
Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Dewleta Tirk, netewebûna Tirkî, li ser tûnekirina gelên din ava dike. Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurda ye, li dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekolojî) Kurdistanê, hedef digre û xira dike. Dewleta Tirkiyê sala 2017’an de, di êrişa Iraqê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din ên dabirayî de, piştevaniya Hikumeta Bexdayê kir. Di êriş û dagirkeriya DAÎŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAÎŞ’ê dikir.
 
EM DIKARIN VAN ÊRÎŞAN TÊK BIBIN
 
Dewleta Tirk, li dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriye yê, û heta niha, di pozisyoneke êrişkar de ye. Her weha li başûrê Kurdistanê jî bi dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijê destketiyên gelê me kar tîne. Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Pêwîste ev bê dengî, bê şikênandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrîşan têk bibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, mînaka serketina Gareyê li ber çava ye. Bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin.
 
HELWESTA YEKGIRTÎ WÊ BÊDENGIYA AKTORÊN SIYASÎ BIGUHERE
 
Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkevi holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwestbin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere.
 
JI GELÊN KURDISTAN Û CÎHANÊ RE BANG
 
Şêwira Helwesta Neteweyî ya Dijê Dagirkeriya Dewleta Tirk, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û Cihana humanîter û demokratîk:
 
*  Di salvegera (24.05.2021) jenosîda dijê gelê Ermenî de, êrîşkirina başûrê Kurdistanê, peyama dubarekirina jenosîdê ye. Ew dixwazin gelê Kurd jî, bi jenosîdê re derbaz bikin. Em beşdarên Civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta Tirk bi hesasî nêzîk dibin, bi hemî derfetên xwe li dijî vê êrîşê radiwestin û li gel hêzên parastinê cihê xwe digirin.
 
*  Bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkeftên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serketina navxweyî vedike ku ev jî di parastin û serketina Kobanê de hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga yekîtiya neteweyî dubare dike.
 
* Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastinê bête kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê bê rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bê kirin.
 
* Civîn, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, banga seferberiya neteweyî û niştimanî radighîne û bang li Kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û di tenişta hêzên berxwedêr de rawestin.
 
* Civîn, bang li Serokatî, Parlamento û Hikumeta Herêma Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û hêzên ordiya Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin.
 
* Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatin çêkirin betal bike, dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer ên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nav tixûbên dewleta federal a Iraqê, tedbîrên pratîk bistîne.
 
* Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.
 
* Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta tirk yên li ser gelê kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.
 
* Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dikie û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ewe hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi pêşgirtina we heye”.
 
* Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Tirkiyê nekin, turîzma Tirkiyê boykot bikin.
 
* Ji bo xebatek hevbeş li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bê meşandin û ji bo biryarên konferansê bêne pratîkkirin, di asta jor de “Maseyek Krîzê” tê avakirin û ev Mase wê li welat û herêman kom û komîteyên xwe yên jêr ava bike.
 
* Em kes û nûnerên li vê kombûnê amade, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastinê careke din dubare dikin û dibêjin ‘parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemî Kurdistanê ye, em ê bi hemî imkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin.’ Her weha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.”
 

Sernavên din

18/05/2021
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû