* Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku heta ew civakek azad ava bikin wê dest ji têkoşîna Peymana Stenbolê bernedin û gotin: “Em ê qet û qet li ber zîhniyeta mêrane îteat nekin.”
* Ji damezrînerên Sendîkaya Karkerên Malê yên ÎMECE Mînîre Înal diyar kir ku karkerên malan bi şewbê re bi temamî ji qudûm ketine û got: “Hevalên me terkî birçîbûn, mirin û qedera xwe hatine kirin.”
* Dayikên 4 zarokan ên beriya cejnê li Wanê hatin girtin bang li rayedaran kirin û gotin: “Hêj ew zarok in, dawî li vê zilmê bînin. Şûna wan ne hefs e, kêleka dayikan e.”
* Nobeta Malbata Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" we di roja 69'emîn de bidome.
* Komîsyona çand û Hunerê ya HDK'ê, rêzefîlma "Li Tirkiyeyê di zimanê zikmakî de şano" ku di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî û Hunerê" de amade kiriye wê îro bi awayekî online hevdîtina yekemîn pêk bîne. (21.00)