ÊLIH - Li Êlihê, polîs û nobedaran, zarokê 15 salî bi erdê re dirêj kirin û îşkence lê kirin.
Li Parka Salih Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, duh bi şev, polîs û nobedaran bi hinceta qedexeya derketina kolanan a di çarçoveya bergirtiyên şewba vîrûsa koronayê hat îlankirin de, zarokekê 15 salî bi erdê re dirêj kirin, tundî û îşkence lê kirin. Tundiya polîs û nobedaran, ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hat qeydkirin.
DÎMENÊN TUNDIYÊ
Di dîmen de, xuya dike ku zarokekê 15 salî yê navê wî nehat zanîn, ji aliyê polîs û nobedaran ve bi erdê re tê dirêjkirin, kes ser zarok rûdine, polîsê sîvîl ê gomlekê wî spî zarok dide ber peyin û kulman.
GULE BERDAN ESMAN
Welatiyên derdorê bertek nîşanî îşkenceya polîs û nobedaran dan. Polîs û nobedaran li ser vê yekê heqaret li welatiyan kirin û gule berdan esmanan.
Hat diyarkirin ku polîsan zarokê ku îşkence lê kirin, dûre birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.