Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in

  • rojane
  • 09:02 14 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, bi minasebeta salvegera 15'ê Gulanê Roja "Cejna Zimanê Kurdî" bal kişand ser wate û girîngiya zimanê zikmakî û wiha got: "Zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in û pîroz in. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin. 
 
Di sala 2006’ê de hevgirtin û kombûnên rewşenbîran ên Bakurê Kurdistanê roja 15’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” bi fermî ragihandin. 15’ê Gulanê ji sala 2006’an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Ji wê demê ve Kurd vê rojê pîroz dikin. Kurd ji sala 2006’an ve her sal di 15’ê Gulanê de ji ber Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi dest weşanê kir vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Saziyên kurdan ên li ser kurdî lêkolîn dikin, her sal di 15’ê Gulanê de bi minasebeta Roja Cejna Kurdî bi bernameyên cuda vê rojê pîroz dikin. Li ser giringî û wateya vê rojê Zimanzanê  Kurdî Zana Farqînî û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
ZIMAN WEKÎ ŞÎRÊ DAYIKÊ HELAL IN
 
Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, anî ziman ku her ziman bi qasî şîrê dayikê helal û pîroz e û wiha got: "Di nava zimanan de cudakarî û hiyerarşî nabe. Divê her kes li dijî polîtîkayên bişaftina li dijî Kurdî raweste. Ev ji bo Kurdan seknek jiyanî ye. Em hevî dikin ku ev cejn ji bo Kurdî û hemû zimanên ne fermî bibe cudakariyek û êdî rê li pêş wan bê vekirin. Tu ziman ne di ser zimanê din re ye. Hemû ziman wekî hev in. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal û pîroz in." 
 
Farqîn, bal kişand ser bişaftina Kurdî û wiha lê zêde kir: "Polîtîkaya bişaftina li dijî Kurdî berhemê hişmendiya yekperest e. Polîtîkayên bişaftinê encama hişmendiya netew-dewleta monîst e. Di navenda vê hişmeniya bişaftinê hişmendiya monîst a netew-dewletbûnê heye. Bi vê polîtîkayê dixwaze ziman, çand, dîrok û sincê hişmendiya nijadê serdest ava bike. Ji ber vê yekê hemû tiştên cuda înkar dike. Mafê jiyanê nade wan. Mebêh mucîdê bişaftinê ne, heta ji feraseta hişmendiya yekperest bernedin, ev yek dê bidome." 
 
Farqînî, da zanîn ku ziman amûra veguhestina çandê ye û wiha lê zêde kir: "Netewek bi ziman çanda xwe dide jiyandin û derbasî siberojê dike. Çand mirovan bi teşe dike. Ziman wê çandê aydî wî neteweyî dide hîskirin. Mirov bi zimanê xwe wateyê dide cîhanê. Kesek nikaribe bi zimanê xwe bi axive dikeve rewşa travmayê. Piraniya nifusa cîhanê bi du zimanan di axivin. Pir zimanî bandorek erênî li ser kapasiteya hiş dike. Li gorî peymana navdewletî û gerdûnî her ziman mafê herî rewa û mirovî ye. Divê ev peyman têkevin meriyetê. Ji bo vê yekê jî divê têkoşîn bê xurtkirin. Divê rêxistinên mafên mirovan ji bo vê yekê têkeve nava liv û tevgerê. Divê di hiqûqa navxweyî de jî zagon bên rastkirin û zagonên mafê ziman diparêzin bên zêdekirin. Zimanê zikmakî mafê bingehîn ên mirovan e. Mafekî demokratîk û rewa ye." 
 
'KOMKUJÎ YE' 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyüp Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin. Subaşi, anî ziman ku Cejna Zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd pir girîng e û wiha axivî: "Tirkiye ji bo Tirkên ku li Almanya dijîn û nikaribin bi Tirkî perwerdehiyê bibînin wekî "Rewşa li dijî mirovahiyê" pênase dikin. Lê ev rewş li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tê emilandin. Înkar û tunekirina ziman û çandekê di tu zagon û qanûnan de nayê qebûlkirin. Bişaftina li dijî Kurdî komkujî ye. Şer û dijminantiya li dijî zimanê Kurdî ji xeyni mirinê tiştekî din bi xwe re nîne. Ha te netewek zimanê wî înkar kir û ha te bi awayekî fîzîkî tune kir eyne ye. Bişaftin wekî tu zimanekî û neteweyekî qir bike. Ha te miletek bi awayekî fîzîkî qir kir û ha jî te zimanê wî tune kir, mejiyê wî ji dirokê qut kir kirkirin e. Ev qirkirin îro li ser Kurdî didome. Em ê jî li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Heta ku Kurdek hebe jî em vê berxwedanê bidomînin. Li cîhanê tu millet heta niha bi qirkirin û bişaftinê ji holê ranebûye. Bişaftin tenê zerarê nade Kurdan, dê zerarê bide milletê din û milletê tirk jî. Polîtîkaya bişaftinê şaş e û li dijî mirovahiyê ye. Nayê qebûlkirin." 
 
Subaşi, bal kişand ser gotina Sokrates a ji bo ziman û wiha lê zêde kir: "Ji Sokrates dipirsin û dibêjin 'Dema desthilatdari têkeve destê te, tê ji bo wî milletî çi bike? Dibêje ewil ezê zimanê wî milleti rast bikim. Ji ber ku milletek bi zimanê xwe nizanibe dê nikare tiştekî bike. Dixwazin bi mejî û aqilê Kurdan bilizîn û vê yekê bi zanebûn dikin." 
 
Subaşi, bal kişand ser tiştên bên kirin û wiha bi dawî kir: "Îro dibe ku zanîngeh û dibistanên me tune bin. Lê ez dikarim li mala xwe û li derve bi Kurdî bi axivim. Eger ez nivîskar û rojnameger im, dikarim bi Kurdî binivîsim. Dîsa dema ez ji xwişk, bira û hevalekê-î xwe re peyamekê dinivîsim bi Kurdî binivîsim. Ji ber ku yek ji meseleyên Kurdan meseleya ziman e. Divê em bi xwe bi xwe li ziman xwedî derkevin. Em ne li heviyê bin ku hinek din qadekê ji mere vekin an jî li benda statuyê bin. Wekî millet em dikarin çibikin divê em li ser wê rawestin. Hêza me jî heye. Qet pêwistiya me bi dewletê û dewleta Tirkan nîne Ji ber vê yekê divê berî her tiştî baweriya me bi zimanê me hebe. Hemû millet bli zimanê xwe xweber didin. Çima em bi zimanê xwe xeber nedin. Divê baweriya me ji zimanê me hebe. " 
 
MA / Berfin Karaman - Enes Sezgin

Sernavên din

15/05/2021
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin