* Rojnameya Xwebûn ku bi awayekî hefatene weşanê dike, di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de weşana xwe ya dijital xurt dike û dest bi weşandina bernameyên bidîmen dike.
* Dayikan bal kiyand ser polîtikayên bişaftina li ser Kurdî û diyar kirin ku Kurdî heta îro xwe parastibe rola dayikan gelek zêde ye. Dayikan anîn ziman ku Kurdî koka wan e û wiha gotin: "Kurdî koka me ye. Divê em bêtir bi axivin û li her derê Kurdî bidin jiyandin."
* Zimanzanê Kurdî Zana Farqînî, bi minasebeta salvegera 15'ê Gulanê Roja "Cejna Zimanê Kurdî" bal kişand ser wate û girîngiya zimanê zikmakî û wiha got: "Zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in û pîroz in. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyüp Subaşi jî xwest Kurd li her qadê bi kurdî bi axivin û li her derê bi kurdî binivîsin û bixwînin.
* Dermangeran anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de pîşeya ku herî zêde barê wê giran bû dermangerî ye û bal kişandin ser pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin.
* Hevserokê HDP'a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn, destnîşan kir ku bi tecrîdê re pirsgirêkên welêt hîn bêtir kûr bûne. Dûrsûn, bang kir ku her kes bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.
* Resûl Demîr ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hat berdan, anî ziman ku li "odeya biqefes" dihatin ragirtin, li odeyên 3 kesî 6 kes diman, girtiyên odeyên wan dihatin guherandin bi erdê ve dihatin kaşkirin û girtiyên binpêkirinên mafan radigihandin û ketine greva birçîbûnê diketin ber lêpirsînan.
* Li Mêrsînê ji ber xizaniyê hin jin kartonan berhev dikin, hin jê tenê debara xwe bi meaşê extiyariyê dikin û hin jê jî li nav erdan dixebitin. Jinan got: "Quşxaneyên me bi berên ku em bi deyn distînin dikelin."
* Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku talankirina xwezaya Îkîzdereyê û operasyonên li Metîna, Avaşîn û Zapê heman tişt in, ji lew re bi talankirinê û operasyonan tê xwestin ku civak bênefes bimîne.
* Welatiyên temenê wan di ser 65 salan re ku ji ber tevdîrên şewba Covîd-19'ê nikarin derkevin derve gotin: "Polîtîkayên îqtidarê, temenê me yê mayî rizandin."
* Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfî Çamli ku polîtîkayên derbarê têkoşîna li dijî Covîd-19'ê de nirxandin, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî şewbê de zêdekirina testan û derziyan pir girîng e.
* Piştî ku damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alpaslan Kûytûl îqtidarê rexne kir, di salekê de derbarê endamên weqfê de bi dehan doz hatin vekirin û li gelek endam û dilxwazên weqfê jî bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza hat birîn.
* Pirtûka Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî ku nivîskarê wê Resûl Geyîk e derket. Geyîk, têkildarî pirtûkê, diyar kir ku ji ber xwest di warê jiyanê de valahiyekê dagire pirtûk nivîsandiye û wiha got: “Divê herkes li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.”
* Malbata Şenyaşar, wê çalakiya xwe ya bi daxwaza "Edaletê" di roja 67'emîn de berdewam bike.