ŞIRNEX - Wezareta Veguhastinê, duh bi şev ji ber têkçûyîna pergalê Deriyê Sînor ê Xabûr heya 6 saetan li ketin û derketinê girt.
Wezareta Veguhatinê, duh bi şev ji ber têkçûyîna pergalê Deriyê Sînor ê Xabûr ê di navbera navçeya Sîlopî ya Şirnexê û Herêma Kurdistana Federe de, heya 6 saetan li ketin û derketinê girt. Wesayîtên bar kirî, 6 saetan di deriyê sînor de hatin rawestandin.
Di saetên serê sibê de, pergal ji nû ve ket dewrê û dest bi ketin û derketina sînor hat kirin.