Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin

  • rojane
  • 09:06 11 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Jinên wanî ji bo kesên bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin wiha gotin: "Heger mirov bi zimanê xwe neaxive, dê bê jibîrkirin. Bila her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive." 

Ji 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re çend roj man. Jinên Taxa Suphan a navçeya Artemêtan a Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û bang li her kesî kirin ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin.
 
PÊŞÎ ZIMAN 
 
Dayika 5 zarokan Fatma Yucel a 38 salî, anî ziman ku tim bi zarokên xwe re bi kurdî diaxive û got: "Ez û hevjînê xwe tevde bi kurdî bi zarokan re diaxivin. Ji lew re em dizanin, heger bi kurdî neaxivin ê kurdî bê jibîrkirin. Lewma em pêşî zimanê zikmakî hînî zarokên xwe dikin." 
 
BANG LI MALBATAN KIR 
 
Yucel, destnîşan kir ku heyîna herî girîng a gelekî ziman e û ji bo heyîna gelê kurd winda nebe, divê her kes xwedî li kurdî derkeve. Yucel, anî ziman ku berî zimanine din divê zarok pêşî baş bi zimanê xwe zanibin û got: "Em nikarin bi zorê ji dayik û bavan re bibêjin 'kurdî hînî zarokên xwe bikin', lê divê di vî warî de baldar bin. Gava ez çav bi malbatên ku bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin dikevim, ez wan hişyar dikim. Ji lew re jixwe gava biçe dibistanê tu bikî nekî dê tirkî hîn bibe. Lê beriya hemû zimanan, a grîng zimanê zikmakî ye." 
 
Yucel, bilêv kir ku gava bi neviyên xwe re bi kurdî diaxive, neviyên wê car carinan bi tirkî pê re diaxivin û got: "Fêm dikin lê bi tirkî bersivê didin. Li ber dikevim. Ji lew re dêya wan bi tirkî bi wan re diaxive. Pêşî divê em zimanê zikmakî hînî zarokan bikin û bi zimanê zikmakî bi wan re biaxivin." 
 
ZEXTÊN LI SER ZIMAN 
 
Dêya 9 zarokan Hayzeran Gurel jî anî ziman ku 7 neviyên wê hene û her heft jî bi zimanê zikmakî mezin bûne. Gurel got: "Min bi kurdî bi zarokên xwe re xeber da. Mezin bûn, çûn dibistanê. Li dibistanê hînî tirkî bûn. Ez bi kurdî bi neviyên xwe re diaxivim, lê dêya wan bi tirkî bi wan re diaxive. Ez pir li ber dikevim. Çima wisa dikin, fêm nakim. Gelek zext û zorî li ser kurdî hene. Lê dîsa radibin bi zimanê zikmakî bi zarokan re naaxvin. Heger bi kurdî neaxivin, ê kurdî bê jibîrkirin. Bila her kes bi zimanê xwe yê zikmakî baixive. Jixwe hikûmet naxwaze kurd bi zimanê xwe biaxivin." 
 
Dayika 2 zarokan Kûmrû Hûmû jî 8 neviyên wê hene. Mûhû, bal kişand ser girtina saziyên ziman û got: "Nehiştin zarok hînî zimanê xwe bibin. Ji lew re dixwazin kurdî bi temamî bê jibîrkirin. Dixwazin tevî ziman çanda kurdan jî bê jibîkirin. Lê çi dikin bila bikin em jin em ê nehêlin zimanê me bê jibîrkirin. Bila her kes bi kurdî bi zarokên xwe re biaxive." 

Sernavên din

12/05/2021
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan