ENQERE - Li Enqereyê Mehmet Erdogan, hevjîna xwe Zeynep Erdogan kuşt û zarokê xwe yê 14 salî jî birîndar kir.
Mehmet Erdogan, hevjîna xwe Zeynep Erdogan a pispora welidandina jinê, kuşt. Di bûyera ku li Taxa Mûtlûkent a li navçeya Çankaya ya Enqereyê pêk hat de faîl, zarokê xwe yê 14 salî jî giran birîndar kir. Faîlê ku piştî cînayetê reviya, li Umîtkoyê di erebeya xwe de hat girtin.