RIHA - Rojnameger Mûstafa Elo yê ku pêşketinên siyasî yên herî dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin, wiha got: "DYA'ya dibin serokatiya Bîdem de, dixwaze paşve vegere cihên ku di dema Trûmp de hatibû valekirin."
Ji edîtorên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Mûstafa Elo ku demek dirêje li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, pêşketinên siyasî, eskerî û polîtîk ên herî dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sekna DYA ya li herêmê, nêzîkatiyên rejîma Sûriyeyê, pêşketinên li Îdlîbê, operasyonên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û xebatên yekitiya neteweyî yên di navbera Kurdan de tên birêve birin ji ajansa me re nirxandin.