Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!

  • jin
  • 09:00 9 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Sûltan Deyîş ku hevjînê wê û keça wê girtî ne, 29 sal in girtîgeh bi girtîgeh digere. Deyîş, anî ziman ku Roja Dayikan ji bîr kiriye û got: "Roja ku şer bi dawî bibe û em bigihên zarokên xwe, dê wê rojê bibe Roja Dayikan." 
 
Her sal yekşema duyem a Gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Lê bi sedan dayikên kurd hene ku ji ber êş û azaran ev roj nayê bîra wan. Yek ji van dayikan jî Sûltan Deyîş a 55 salî ye. 
 
Deyîş, di sala 1966'an de li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê. Di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û niha dayika 7 zarokan e. Di salên 90'î de hizbûllahê 3 caran mala wan guleberan kiriye û eskeran jî gelek caran avêtiye ser mala wan. Malbata wê ji ber van zext û zoriyan ji neçarî di sala 1993'yan de koçî navenda Amedê dike.
 
LI 10 GIRTÎGEHAN GERIYEYE 
 
Piştî ku malbat tê Amedê, zext û zorî li vir jî zêde dibin. Hevjînê Deyîşê Nîmet Deyîş di sala 1992'yan de ji ber sedemên siyasî tê girtin û ji Girtîgeha Amedê sirgûnî girtîgehên Dîlok, Semsûr, Bolû, Şirnex, Wan, Erzirom, Ordû, Amasya û Mereşê tê kirin. Piştî ku hevjînê wê tê sirgûnkirin ew jî tevî zarokên xwe diçe van girtîgehan, cem hevjînê xwe. 
 
Deyîş got: "Carekê gava çûm Amasyayê, wesayît li zarokê min qelibî. Hingî li ber ketim, felcî bûm. Min gelek kar kirin, ji bo debara zarokên xwe bikim. Sirf ji bo zarokên xwe bibim girtîgehê, cem bavê wan. Hevjînê min 29 sal in girtiye. Me rihetî nedît, lê em tim serbilind in." 
 
2 ZAROKÊN WÊ JÎ HATIN GIRTIN 
 
Deyîş, bilêv kir ku zarokên wê jî bi zext û zoriyan re rû bi rû mane û got: "Min zarokên xwe mezin kirin. Vê carê jî çav berdan zarokên min. Du zarokên min hatin girtin. Kurê min demek berê hat berdan, lê keça min 2 sal û 3 meh in girtiye. Li girtîgehê bi şewba Covîd-19'ê ket." 
 
TE GO ROJA DAYIKAN? 
 
Deyîş, destnîşan kir ku ji bo dayikên herêmê Roja Dayikan tune ye û got: "Min Roja Dayikan ji bîr kiriye. Ma hiş bi me re hiştine? Nizanim Roja Dayikan kengî ye jî. Ên girtin jixwe girtin, ên kuştin jixwe kuştin, bin axê ji zarokên me xalî nabe. Ên hinan cenazeyên wan jî tune ne. Ji bo me Roja Dayikan tune ye. Jinên temen mezin jî digirin. Gava diçim girtîgehê çav bi wan dikevim." 
 
BELKÎ EW ROJ BÊN 
 
Deyîş, destnîşan kir ku li erdnîgariya kurdan kengî dayik bigihên zarokên xwe wê çaxê dê Roja Dayikan bê û got: "Dixwazim keça xwe hemêz bikim, lê destê me nagihê hev. Gava em bigihên zarokên xwe dê wê rojê Roja Dayikan bê. Heger aştî bê cîhanê, şer û mirin bi dawî bibin dê Roja Dayikan jî bê." 
 
Deyîş, bilêv kir ku keça wê belesebeb hatiye girtin û xwest hemû girtiyên belesebeb hatine girtin bên berdan û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

09/05/2021
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê