Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...

  • jin
  • 09:01 8 Gulan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên ku li Hala Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê bi heqdesteke erzan tên şixulandin gotin: "Pandemî herî zêde bandorê li me dike, lê em tu carî nayên dîtin û hesibandin." 

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jinên ku li Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan dixebitin, şeveqê zû dest bi kar dikin. Jinên bêsogorte dixebitin, heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Rojê bi 60-90 TL'yî dixebitin û ji ber şert û mercên giran ên karî, gelek nexweşîn li wan peyda dibin. 
 
KARKERÊN BÊSÎGORTE 
 
Seher Yilmaz ku ji ber rewşa aborî ji navçeya Samandagî ya Hatayê mala xwe aniye Mêrsînê, 25 sal in karê pakêtkirinê dike. Yilmaz a 45 salî, anî ziman ku nigê wan ji serê sibehê heya êvarî di nav avê de ye û heqdesta wan a rojane 60 TL ye. 
 
Yilmaz bal kişand ser şert û mercên xebatê û got: "Em saloqat li vê dikana biçûk fêkiyan dixin pakêtan û qaseyan. Zivistanê ji ber sermayê, havînê jî ber germê em perîşan dibin. Şev û roj li me bûye yek. Bi salan e li vir dixebitim. Di warê tenduristiyê de, tu ewleyiyek me tune ye. Em rojane, bi yewmiyeyê dixebitin. Car heye kar tune ye." 
 
NEXWEŞÎN LÊ PEYDA BÛNE 
 
Yilmaz, bilêv kir ku li malê ji xeynî wê kes naxebite û ji ber toza fêkiyan astim lê peyda bûye. Yilmaz got: "Ji ber ku em qaseyan radikin û tim li ser çokê ne, nigê me, pişta me û newqa me diêşe. Di dema tevdîrên şewbê de jî şert û mercên xebatê neguherîn. Heya niha alîkariya kesî negihaye me. Heqê rê û xwarinê ji kîsê me ye." 
 
DESTÛR TUNE YE 
 
Zîlan Teke ya 19 salî ku amadekariya azmûna zanîngehê dike, anî ziman ku 5 sal in dişixule û got: "Dawiya hefteyê destûr tune ye. Gava kar hebe em dixebitin. Car heye em mehekê li ser hev dixebitin. Car heye jî du hefteyan rojekê. Pir zehmet e, lê ji ber rewşa aborî em ji bêgavî dixebitin." 
 
Dayika 3 zarokan Şerîfe Dîkmen jî diyar kir ku 7 sal in dixebite û got: "Xaniyê min bikirê ye. Heya êvarî li vê derê dixebitim. Êvarî gava diçim malê, difikirim gelo em ê sibê çi bixwin, çi vexwin. Gava heqê kirê, heqê fatûreyan tê difikirim em ê çawa bidin. Yanî tim û tim fikara ji bo pêşerojê li me peyda dibe. Ji lew re tu ewleyiyek me tune ye. Gava kar hebe em tên. Ji ber krîzê kar pir tune ye. Pandemî herî zêde bandorê li me dike, lê tu carî em nayên dîtin û hesibandin." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

08/05/2021
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin