Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin

img

ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi oprasyonên dersînorî wê neyê çareserkirin û got: “Çareserî di hundirê Tirkiyeyê de ye, ne li dersînor e, di siyaseta Tirkiyeyê de ye.” 

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. 
 
Beştaş bal kişand ser qedexeya derketina derve ya giştî û bêyî ku îqtidar mîsogeriyê bide xelkê terkî birçîbûnê kiriye, îqtidarê vê qedexeya giştî pêk neanî û vê tabloyê li ber çavê dinyayê raxistiye. Beştaş da zanîn ku îqtidarê xizanan li malê hefs kiriye û dewlemendan jî şandiye betlaneyan. 
 
‘ÎQTIDAR XELKÊ BER BI ÎNTÎHARÊ VE DIBE’ 
 
Beştaş diyar kir ku li şûna rêveberiya şewbê rêveberiya îdraqê heye û got: “Vê îqtidarê dewleta sosyal zûve girtiye. Niha jî cînayetên sosyal pêk tên. Gelek întîhar pêk tên. Em dibînin ku di serdema AKP’ê de rêjeya întîharan zêde bûye. Bi taybetî di serdema pandemiyê de întîhar pir zêde bûne. Şewba koronayê veguheriye krîza îqtidarê. Bi vê rewşê re her roj tiştek diqewime. Ev îqtidar her roj pesnê anîna derziyan dide. Serokkomar, wezîr û rayedarên din her yek ji wan tiştek dibêje. Ya rast ew e ku derzîkirin nîne. Welatî nikarin xwe derzî bikin. Pirsgirêk heye. Îqtidarek ku xelkê bi koronayê re rûbirû hiştiye heye.”
 
OPERASYONÊN DERSÎNOR 
 
Beştaş derbarê oprasyona Tirkiyê ya dersînor ku li dijî Zapê, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin de jî axivî û wiha got: “Niha li başûrê Kurdistanê operasyonek bejahî û esmanî pêk tê. Ev operasyon nû ne? Naxêr, bi salan e operasyon berdewam dikin. Di dîroka 100 salî ya Tirkiyê de serî li her rêbazên înkar, îmhayê hat xistin. Di binê her meseleyê de pirsgirêkek heye û navê wê pirsgirêka kurd e. Gelek îqtidar hatin û çûn, wan jî vê pirsgirêkê tune dihesibandin. Niha ew îqtidar tune ne. Ev îqtidar jî bi biryar e li ser rêça wan biçe. 
 
POLÎTÎKAYA ŞER 
 
Cara yekem di sala 2012’an de pêvajoya diyalog û muzakereyê hat destpêkirin. Operasyon û şer sekinîbû. Di wê pêvajoyê de 84 milyon welatî li Tirkiyê bêhnê sitend. Li her aliyê Tirkiyê piştevaniyek cidî ji bo pêvajoyê hebû. Lê vê îqtidarê çi kir? Pêvajoyê daf da û bi dawî kir û hat wê astê ku bêje ‘pirsgirêka kurd tune ye’. Îqtidarê biryara girankirina tecrîdê li Îmraliyê girt. Di vê pêvajoya şer hat destpêkirin de her kes tê binçavkirin û girtin. Armanca operasyona dersînor ew e ku rastiyan ji xelkê veşêrin. Pereyê ku li şûna bikeve berîka xelkê lê li ser şer xerc dikin. Îqtidar ji bo bekaya xwe û îqtidara xwe bidomîne polîtîkaya şer û propagandayê didomîne. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Pirsgirêka kurd ji bilî diyalog û muzakereyê nikare were çareserkirin. Ev mesele bi operasyonên dersînor nayê nikare were çareserkirin. Navek din jî yê vê operasyonê û polîtîkaya înkarê ew e; tecrîda Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Îqtidar ji me re vê dibêje: Ez vê tecrîdê disepînim. Ez hiqûqê nas nakim. Ez îşkenceyê pêk tînim. Pergala li Îmraliyê pergalek taybet a înfazê ye. Baş e, çima tecrîdê li ser Abdullah Ocalan disepînin. Çimkî Ocalan di her axaftina xwe peyama aştiyê dide. A rast peyama azadiyê û jiyanek bi hev re dide. Gelê kurd jî dizane ku Abdullah Ocalan aştiyê dixwaze. Çima? Ji sala 99’an vir ve li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Heta roja îro tu peyamek ji bo şer û pevçûnan neda. Her carê payamên çareserî, aştî û diyalogê da. Beşek girîng a Tirkiyê vê yekê nizane.
 
ÇARESERÎ LI HUNDIRÊ TIRKIYEYÊ YE 
 
Di heman demê de tecrîd pêşî li çareseriyê jî digire. Ev polîtîkayek ji bîrkirinê û tecrîdkirina demokrasiyê ye. Çi dixwazin bila bikin, ne Ocalan tê jibîrkirin û ne jî peyamên wî ji bo aştiyê tên jibîrkirin. Her wiha li vî welatî wê rastiya pirsgirêka kurd jî neyê jibîrkirin. Çimkî her roj, her kêlî ev polîtîka li ser vê tê teşekirin. Nikaribûn bi van polîtîkayan gel bînin dij hev. Tecrîd, pirsgirêka kurd, operasyonên dersînorî, polîtîkaya şer ew rastî ye ku Tirkiyê dixetimîne, pêşiya demokrasiyê û nîqaşan digire. Lê em wek HDP’ê dixwazin ji van jiberan rawestînin. Kurd li vî welatî ji bona xwe tenê tiştek dixwazin ku bi gelên Tirkiyê re di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn. Rêya vê jî siyaseta demokratîk e, muzakere û diyalog e. Berevajî vê yekê em ê her êşê bikişînin. Çareserî li hundirê Tirkiyeyê ye, çareserî ne li dersînor e. Di siyaseta Tirkiyeyê de ye.” 
 

Sernavên din

06/05/2021
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin