STENBOL - Bi mebesta Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê şandeya HDP’ê seredana ajansa me û Jinnewsê kirin.
Şandeya HDP’ê ku parlementer Dilşat Canbaz Kaya, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî di nav de bi mebesta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Azad seredana buroya ajansa me û Jinnewsê yên Stenbolê kirin. Şandeya HDP’ê Midurê me yê ji Karê Nivîsê Berpirsyar Ferhat Çelîk û nûçegihana Jinnewsê Habîbe Eren pêşwazî kirin.