Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne

img
ŞIRNEX - Li seranserê cîhanê bi 150 ferdên 6 malbatan re nexweşiya “Sendroma QT a Dirêj” tê dîtin. Yek ji van malbatan jî malbata Dalaman a ku li navçeya Silopyayê rûdinê ye. Malbata Dalaman a ku ji ber vê nexweşiyê 9 ferdên malbatê winda kiriye, banga alîkariyê kir. 
 
Nexweşiya rîtma dil a mirinê ku wekî “Sendroma QT a Dirêj” tê zanîn, di sala 2000'an de yekem car li ser 2 nexweşên ku temenê wan  17 û 39 salî bûn, ên ji bajarê Barcelonaya Îspanyayê bûn hat teşhîskirin. Di roja îroyî de ev nexweşîn li seranserê cîhanê bi 150 ferdên 6 malbatan re tê dîtin. Yek ji van 6 malbatan jî malbatan  Dalaman a ku li navçeya Silopya Şirnexê rûdinê ye. Ev nexweşîn bi 60 ferdên malbata Dalaman re hat teşhîskirin. Malbata Dalaman ji ber vê nexweşînê heta niha 9 ferdên xwe winda kiriye û malbat niha li benda alîkariya xêrxwaz û saziyan e.
 
Di heman demê de ji ber ku bi ferdên malbatê re ev nexweşîn heye, nikarin kar jî bikin. Sozên ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê dabûn malbatê jî pêk nehatin. Malbata Dalaman di rojên dijwar de derbas dibe û ji ber alîkariya wan nayê kirin metirsiyên wan hene. 
 
SOZÊN KU HATIN DAYÎN PÊK NEHATIN
 
Mehmet Ekren ê ku ev nexweşîn bi hevjîna wî re heye û heta niha bi 9 zarokan wî re jî hatiye teşhîskirin anî ziman ku di malbatê de bi her 6 kesan re pîl heye. Ekren destnîşan kir ku ev nexweşîn bi malbata hevjîna wî re heye û wiha got: “Ev nexweşîn di sala 2014'an de bi malbata hevjîna min re hat teşhîskirin. Di sala 2014'an de ji Amedê bijîşk hatin û hemû ferdên malbatê li nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kom kirin. Ev nexweşîn bû mijara nûçeyan. Li gel van nûçeyan Midûriyeta Tendûristiyê ya Şirnexê hat malê û soz dane me ku wê di her hêlê de ji me re bibin alîkar. Lê mixabin bi tu awayî ji me re nebûn alîkar. Em di vê mijarê de mexdûr in. Ew tehlîl û dermanên ku em dikirin gelek biha ne. Di her tehlîlekî de 10 hezar lîre pere tê xwestin. Dermanên me ji Koreyê hatin. Bijîşkên ku bi nexweşiyê re eleqeder dibin pere razandin. Tenê ev bijîşk alîkariya me dikin. Bijîşk dibêjin niha tenê ev ji destê me tê. Divê bijîşk alîkariyê bidin me û dermanên vê nexweşiyê ji me re peyda bikin."
 
HETA NIHA 9 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE
 
Ekren da zanîn ku di malbatê de her ferdek ku 18 saliya xwe tijî dike pîl li wan ve datînin û wiha domand: "Bijîşk dibêjin ku di malbatê de kesên ku 18 saliya xwe tijî dikin pêwîste pîl li wan vekin. Lê ji bo ku em bikarin wisa bikin jî pêdivî bi pereyan heye. Lê pereyê me tune ye. Divê dewlet vê bifikire. Heta niha di malbata me de 9-10 kesan jiyana xwe ji dest daye."
 
'EZ BI ŞEV Û ROJ NOBETÊ DIGIRIM'
 
Ekren xwest ku dewlet alikariyê bide wan û ev bang kir: "Di heftaya derbasbûyî de dîsa ji Amedê bijîşk hatin. Dîsa tehlîlên malbatê girtin. Ji me re gotin ku wan li Elmanyayê çend bijîşk ditîne, ew ê pê re eleqeder bibin. Ez bi xwe weke ambulansê me. Pêwîste ku ez ji malê dernekevim. Dibe ku kesek krîz derbas bike. Ji ber vê divê ku ez ji malê dûr nekevim. Ez her bi şev  û roj nobetê digirim. Ez her şev bi vê tirsê radizêm. Bûrayê min di rojekî de, li ber destê diktoran 17 caran krîz derbas kir. Heger bi balafirê nebûbana niha mirî bû. Em dixwazin ku Wezareta Tendûristiyê alikariyê bide me. Ji ber ku di mal de her 9 zarokên min jî bi vê nexweşiye dijîn. Kurê min di înşatê de dixebite. Tevî ku karên giran jî jê re qedexe ye, lê ji nêçariya xwe dixebite. Em nikarin debara xwe bikin. Zarokên min hemû astengdar in. Kesek ji me re nabe alîkar. Di malbatê de 60 kes nikarin bixebitin. Divê dewlet alikariyê bide me."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

02/05/2021
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 157'emîn de dewam dike
09:09 Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne
09:07 Ji ber deynên serdema AKP’ê parka şaredariyê derxistine firotanê!
09:06 Bi daxuyanî û çalakiyên partiya xwe hat sûcdarkirin
09:02 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş ê 83 salî
09:01 Dostaniya îhaleyê ya ji Stenbolê dirêjî Amedê dibe!
09:00 SMO radest dike, Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'AN
08:25 MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da
01/05/2021
22:53 Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin
21:51 Ji ber tengasiyên aborî întîhar kir
21:35 Li Tetwanê du malbatan şer kir: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin