AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê girtî, 1’ê Gulanê pîroz kir û got: “Roja kesên ne bi diziyê, bi keda xwe ava dikin pîroz be.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û di 22’yê Cotmeha 2019’an de hat girtin, bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî da.
Mizrakli, di daxuyaniya li ser hesabê medya civakî parvekir de wiha got: “1’ê Gulanê roja guhertina cîhanê ya rêxistinên berxwedêrên demokrastîk ên têkoşîna maf û azadiyê didin e. Roja kesên ne bi diziyê, bi keda xwe ava dikin pîroz be!
Roja ked û kedkarên cîhanê piroz be.”