ÎZMÎR - Nûnertiya Herema Egeyê ya DÎSK’ê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê, Odeya Tabîban a Îzmîrê, TMMOB û Baroya Îzmîrê çeleng danîn Qada Gundogduyê û 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Nûnertiya Herema Egeyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Îzmîrê, Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Baroya Îzmîrê, bi boneya 1’ê Gulanê çeleng danîn Qada Gundogduya Îzmîrê. Pîrozbahiya ku bi awayekî temsîlî hat kirin de, çelenga “Bijî 1’ê Gulanê” hat hilgirtin. Daxuyaniya hevpar Serokê Odeya Tabîban a Îzmîrê Lutfî Çamli kir.
NEWEKHEVÎ ZÊDE BÛ
Çamli, diyar kir ku li gel qedexeyan jî di 1’ê Gulanê de gotineke wan ku bibêjin heye û anî ziman ku pergala ku ji xeynî şer, mêtina ked û xwezayê, qeyran, newekhevî, xizanî û bêkariyê nikare pêşkeş bike, bi Kovîd-19’ê gefan li pêşeroja mirovahiyê dixwe. Çamli, bal kişand ser bêkarî, xizanî û newekhêviya xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya her ku diçin zêde dibin.
‘EM DIMIRIN TÊK DIÇIN’
Çamli, bi bîr xist ku desthilatê di demê şewbê de nikarî karker û kedkaran biparêze û ew terkî xizaniyê kirine û wiha got: “Îro bi girtina giştî ne tenduristiya gel û dahata wî berjewendiyên serweran tên parastin. Mirovên me, kedkarên me yên tenduristiyê hêj dimirin. Li ber çavan em dimirin û têk diçin. Em dibêjin ‘têkoşîneke wiha ya bi şewbê re nayê kirin’ û em dest ji mafên xwe yên jiyanê bernadin.
Çamli, daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“*Divê herkes bê derzîkirin û piştgiriya aborî bê kirin. Ji bilî karên lezgîn û zarûrî 4 hefte çerx negerin.
* Ji bo kedkarên ku dema dixebitin nexweş dikevin bila nexweşiya wan weke qezaya kar û nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin.
* Bila zilma Kod-29 û destûr bêpere bi dawî bibe.
* Bila fona sîgortiya bêkariyê li şûna karsazan ji karker û bêkaran re bê veqetandin.
* Bila jêbirînên hemû bacan û bihaya asgarî bên sifirkirin.
* Bila li dijî bêkariyê istihdama cemaweriyê bê zêdekirin, kedkarên cemaweriyê yên bi neheqî ji kar hatine avêtin careke din bên girtin û dema xebatê bê dirêjkirin.
* Bila lî şûna projeyên qetilkirina xwezayê ji derzî û piştgiriyên civakî re budçe bê veqetandin.
* Bila bac ji kesên zêde qezenç dike zêde yên kêm qezenc dikin jî kêm bê girtin! Bila bacên malên zarûrî û fatoreyên ceyran, av, gaza xwezayî û ragihandinê bên sifirkirin.
* Bila astengiyên li pêşiya rêxistinbûn, azadiya peymana komî û mafê grevê bên rakirin.
* Bila Peymana Stenbolê û qanûna 6284 bi awayekî bi bandor bê pêkanîn û peymana bi hejmara 190 a Dijî Tundiya li Kargehan a Rêxistina Xebatê ya Navnetewî bê pejirandin."
‘EV PERGAL NIKARE WERE BIRÊVEBIRIN’
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî, anî ziman ku li gel girtina giştî jî kargeh dixebitin û wiha got: “Ji bo ku çerxa kargehan bizivire mafê jiyanê yê karker û kedkaran dixin bin rîskê. Ev pergal nikare were birêvebirin.” Yucel, anî ziman ku wê sibê bi karker û kedkaran re pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bidomin û wiha axivî: “Çi bikin bila bikin nikarin bikevin pêş têkoşînê û serkeftina têkoşînê.”