ENQERE - Dadgeha Bilind 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn pejirand. Parêzerên Demirtaş derbarê vê biryarê de wiha gotin: “Her kes dizane ku ev organîzasyon bi destê siyasetvanan û bi armancên siyasî hatiye kirin.”
26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta axaftina Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a di pîrozbahiya Newroza 17’ê Adara 2013’an de ya li Stenbokê kiribû, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Dadgeha Bilind, ev ceza di 26’ê nîsanê de, roja Doza Kobanê de pejirand. Têkildarî biryarê parêzerên Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
‘EM Ê DI HIQÛQÊ DE ISRAR BIKIN’
Parêzeran di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Her kes dizane ku ev organîzasyon bi destê siyasetvanan û bi armancên siyasî hatiye kirin. Em ê di hiqûqê de israr bikin. Îro nebe jî, dema serxwebûna darazê û serweriya hiqûqê pêk hat wê demê dê gelek gotinên me û karê me hebin.”