* Li 3 goristanên Sêrtê di beşên gorên bêkesan de 200 cenaze hene û ev bi kamerayên mobesê tên kontrolkirin. Nûnera MEBYA-DER’ê Leyla Ozalp ji bo dayîna cenazeyan daxwaza avakirina komîsyonekê kir.
* Li Agirê di sala 2015’an de tîmên taybet endamê HDP’ê Sezaî Yaşar û birayê wî Ahmet Yaşar kuştibûn. Têkildarî kuştina herdu birayan tevî serlêdana AYM’ê jî 5 sal in tu pêşketin çênebûye.
* Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê diyar kirin ku tecrîd li ser civakê tev belav bûye û gotin: “Têkbirina faşîzmê bi xwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e.”
* Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku 1’ê Gulana çîna karkeran bi pandemiyê re bi pirsgirêkên kûr dibin re rûbirû maye û banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.
* Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.
* Karkerên li pîşesaziyê di bin şertên giran dexebitin destnîşan kirin ku ew ji ber şewbê û krîza aborî heqê keda xwe nastînin û gotin: “Em bi nanoziko dixebitin.”
* Esnaf û welatiyên Amedê ji ber belavbûna koronayê berpirsiyar hikumetê nîşan dan û gotin li welatê xelkê dema qedexeyên ji binî ve dest pê dikin dewlet alîkariyê dide welatiyên xwe lê li Tirkiyê dewlet alîkariyê ji xelkê berhev dike.
* Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merva Demîrcan anî ziman ku di encama polîtîkaya bêcezatiyê de jin li ber çavan bi destê darazê teşvîkî mirinê kuştinê tên kirin.
* Parêzer Yakûp Şekîp Okûmûşoglû yê ku li doza li dijî kana keviran a li navçeya Îkîzdereyê dinêre got doza wan didome û ew dixwazin beriya dar werin birîn doz bi dawî bibe.
* Keleha Çemdîn a li Wêranşarê ji serdema romayan maye tevî biryara parastinê jî nayê restorekirin û bi metirsiya hilweşandinê re rûbirû maye.
* Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê, wê di roja 52'emin de dewam bike.
* Li gel navend û bajarên herêm û Tirkiyeyê, wê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bê pîroz kirin. (09.00/17.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya Partiyê, wê civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe.(11:00)
* Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê, derbarê malbatên li ber avahiya partiya wan çalakiya rûniştinê pêk tînin de, wê li pêş avahiya walîtiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Danişîna doza darizandina jinên beşdarî çalakiya Las Tesîs bibûn wê li 7'emîn Dadgeha Eslî ya Edliya Bayrakli ya Îzmîrê bê dîtin. (14.00)