EDENE - Li Edeneyê parêzer Ozgur Yakut ê pêr hatibû binçavkirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.
Parêzer Ozgur Yakût ê 21’ê Nîsanê li Edeneyê hatibû binçavkirin, karûbarên wî yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû.Yakût ê li emniyetê mafê xwe yê bêdengmayînê bikar anî, derxistin Edliyeya Edeneyê. Yakut ê li dozgeriyê lêpirsîna wî qediya bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Edeneyê hat kirin.
Yakût ê li dadgehê karûbarên wî qediya bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin girtîgehê.