ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran

  • rojane
  • 11:35 23 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn piştî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, rewşa girtiyên nexweş dîsa bû rojev. Nûnerên mafên mirovan diyar kirin ku girtiyên nexweş terkî mirinê têne kirin û raporên ATK'ê ji bo girtiyên nexweş bûne jana giran. Parazvanên mafên mirovan xwest êdî raporên ATK'ê nebin referans. 

Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Lê dijî rewşa girtiyên nexweş bêdengiyek zêde heye. Heri dawî girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ku 28 salin girtî ye ji ber nehat berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul ku di 28'ê Hezîrana 2020'an de aşkere kiribû, di navbera salên 2013 û 2020'an de Hezar û 582 girtiyên nexweş ku nexweşiya wan a giran hatine tespîtkirin, serbest hatine berdan. Lê li gorî agahi û raporên parazvanên mafên mirovan girtiyên nexweş nayên berdan. Mînaka vê yekê ya dawî jî mirina girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 3 a Tarsûsa Mêrsîne bû. Gultekîn ê 67 salî dema li nexweşxaneya dewletê ya Tarsusê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî rapor û daneyên ÎHD'ê ya sala 2020'an li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên bi nexweşiya giran hene. Bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî vê raporaı 2020'an li girtîgehan 27 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin berdan û nehatin dermankirin li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 3 mehên 2021'an bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Disa girtiyekî nexweş piştî hat berdan, di demek kin de jiyana xwe ji dest da. 
 
Bi taybetî piştî vîrûsa corona (Covît-19) belav bû, girtiyên nexweş ji mafê tedawi û dermankirinê bêpar diminin û mafê wan ê tenduristiyê te binpêkirin. Li gorî raporên mafên mirovan gelek girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneye neçar dimînin ku 14 rojan di qarantînaye de bên hiştin. Girtî bi tirsa di hucreyên qarantinaye de biminin naxwazin biçin nexweşxaneyê û nayên dermankirin. Dermankirina gelek girtiyen nexweş bi hinceta şewb heye nayên dermankirin. 
 
LI GIRTÎGEHAN PÊKANÎNÊN KEYFÎ ZÊDE NE
 
Li girtîgehan nûnerên komisyonan û saziyên rêxistinên civakî nikarin biçin rewşa girtiyan lêkolîn bikin û nikarin biçin girtiyên nexweş ziyaret bikin. Nûneren komîsyonan dema diçin girtîgehan jî nikarin biçin odeyen wan, li odeyên îfadeyê dikarin li wan guhdar bikin. Li girtîgehan her ku diçe mafên girtiyan bi keyfî tên astengkirin. 
 
RAPORÊN ATK'Ê DIKBIN JANA GIRAN 
 
Girtiyê nexweş herî zêde dema dixwazin rapora Saziya Tipa Edlî bistînin pir zor û zahmetiyê dijin. Stentina rapora  Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran. Her çend girtî raporan ji nexweşxaneyên ku Wezareta Dadê diyar kirine bistîne jî ji ber rastî astengiyên ATK'ê tên, girtiyên nexweş nayên berdan. 
Girtî bi hefteyan û mehan li heviya raporên ATK'ê disekinin û nayên berdan. 
 
 
Sala par bi "Rêziknameya Der Barê Înfaza Girtiyên Nexweş a Rêveberiya Saziya Înfaza Ceza" de armanc kir ku girtiyên nexweş û girtiyen kal û pîr serbest bên berdan. Lê girtiyên siyasi ji vê rêziknameya înfazê nikarin sûdê bistînin. Gelek girtî di sinorê mirinê de serbest tên berdan û pişti serbest tên berdan di demek nêzîk de jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2020'an de 6 girtiyên nexweş ên zêdeyî 75 salî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. 
 
 
'DIVÊ TENÊ ATK REFERANS ESAS NEYÊ GIRTIN' 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Çevirmen, anî ziman ku divê tenê raporên ATK'ê esas neyên girtin û li gel ATK'ê raporen nexweşxaneyên din jî referans bên girtin. Çevirmen, xwest raporên nexweşxaneyên dewletê û raporên zanîngehan jî esas bên girtin û wiha got: "Divê raporên nexweşxaneyên dewletê û zaningehan ên "Girti nikare li girtîgehan bimine" esas bene girtin. Divê tenê rapora ATK'ê esas neyê girtin. 
 
'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ HESTIYAR BIN
 
Çevîrmen, xwest partiyên siyasî, rêxistinên tenduristiyê û parazvanên mafên mirovan li dijî girtiyên nexweş hestiyar tev bigerin û berpisiyariyê bidin ser milê xwe. Çevîrmen, xwest her kes di çareseriyê de israr bikin.
 
Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugurlu jî anî ziman ku gelek caran ji bo biçin li girtîgehan lêkolîn bikin serî li rayedaran dane û wiha got: "Lê rayedaran bersîvan neyîni dan me. Gelek girtiyên nexweş ji bo mafê tenduristiyê bi dest bixin serî li odeya me dane. Dewlet xwedî erk e ku mafê girtiyan biparêze. Divê hemû girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin." 
 
‘CEZAYÊ MIRINÊ DIDIN WAN' 
 
Endama Komeleya Hiqûqvanên Hemdem (ÇHD) Prz. Ayşegul Çagatay jî anî ziman ku mafê jiyanê yên girtiyan tê binpêkirin û wiha got: "Bi vê pêkanînê mafê girtiyan ê jiyanê te binpêkirin. Guhertinên zagonî yên der barê berdana girtiyên nexweş de têr nakin. Heta girtî neyên sînorê mirinê nayên berdan. Ji bo girtiyên nexweş li derve mafê jiyanê nadin wan. Mafê mirinê didin wan. Ziyaretên mafên mirovan, parêzer û rêxistinên civaki yên girtîgehan dê bandorê li ser vê yekê bike. Divê her kes gavan bavêjin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

25/04/2021
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir