MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ku tevî hemû bangên berdana ji bo wî jî nehat berdan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Îsa Gultekîn (67) ê li Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê dihat ragirtin û bi nexweşîna pencerê ketibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gultekîn rakirin morga nexweşxaneyê û piştî ewraqên li girtîgehê temam bibin dê cenaze radestî malbatê were kirin.
Malbatê diyar kir ku ew ê cenaze li Goristana Bajêr a Mêrsînê veşêrin.
Hem malbata Gultekîn hem jî Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Mêrsînê çend roj berê ji bo berdanê bang li rayedaran kiribûn.
Gultekîn 28 sal berê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Meletiyê ve hatibû girtin û cezayê girankirî yê heta hetayê lê birîbû. Gultekîn ê 28 sal in girtî ye li gelek girtîgehan mabû.
Tumorên di pankreas û kîsikê zirav de xwe li tevahiya bedena Gultekîn berdabûne û hat zanîn ku ew ê 18 mehên din şûn ve bihata berdan.