Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye

  • rojane
  • 09:00 21 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Rojnamevaniya kurdî çendî ku bi zext û zorî, bi kuştin û windakirin, bi bombekirin û girtin, bi qedexeyan û binçavkirinan re rû bi rû mabe jî 123 sal in li ber xwe dide û he rdiçe xurttir dibe. Rojnamevanên kurd gotin: "Çapemeniya kurdî, têkoşîna berxwedanekê ye li dijî zilmê." 

Rojnameya Kurdistanê di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreya Misirê bi pêşengiya Miqdat Mîthad Bedirxan dest bi weşana xwe kir.  Kurdistan, paşê ji bo gelek rojname û kovarên kurdî re bû îlham û piştî wê bi dehan rojname û kovar derketin û hîn jî derdikevin. Lewma roja çapbûna Kurdistanê, 22'yê Nîsanê, her sal wekî "Roja Rojnamevaniya Kurdî" tê pîrozkirin. 
 
Rojnamevanên kurdî behsa paşeroj û pêşeroja rojnamevaniya kurdî kirin. 
 
‘DIVÊ EM BÎRA KURDÎ BIPARÊZIN' 
 
Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Zekî Erden, destnîşan kir ku rojnamevaniya kurdî 123 sal in li gel hemû zext û zoriyan li ser pêya ye û got: "Hê jî li ser pêya ye û dê pêşdetir de biçe. Xebatên me didomin. Divê em li hemû qadên medyaya sosyal hebin û xebatên xwe zêdetir bikin. Em hewl didin bi van xebatan liyaqî xebatên kurdî bin. Divê em malperên kurdî hîn bêtir vekin, em hejmara wan zêdetir bikin. Em ê karibin bi vî awayî bîra ku heya niha hatiye parastin berfireh bikin. Heger kurd bi vê rol û misyonê tevbigerin, ê hejmara kesên bi kurdî dinivîsin û dixwînin zêdetir bibe. Ji bo rûxandina polîtîkayên asîmlasiyonê, beriya her tiştî divê em dosyeyên nûçeyan ên bi kurdî xurtir bikin." 
 
BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ 
 
Hevserokê komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî li gel hemû zext û zoriyan jî di nav dîroka çapemeniya cîhanê de xwedî paşerojeke girîng e. Altan, anî ziman ku ji roja ku çapemeniya kurdî xwe ava kiriye heya niha têdikoşe û got: "Ji roja ku têkoşîna hebûniyê dest pê kiriye heya niha, li dijî zilmê bûye berxwedan û li dijî tunebûnê bûye hebûn. Hewl dide dengê civaka xwe û ragihîne tevahiya cîhanê. Helbet sirgûnîbûna wê û tim sirgûnkirina wê, karakterek din li karaktera wê zêde kiriye." 
 
MEWZIYEKE GIRÎNG BI DEST XISTIYE 
 
Altan, destnîşan kir ku çapemeniya kurdî di pêvajoyine zehmet re derbas bûne û got: "Bêguman bi sazî û dezgehên xwe, çi di warê dîtbariyê çi di warê nivîsînê de di warê tiştên hatine afirandin d mewziyeke girîng bi dest xistiye. Li axa xwe li dijî zilmê, azadiya fikr û ramanê li ber xwe dide û li gel vê xwedî li çapemeniya gelên din jî derdikeve. Gava em van tiştan hemûyan bînin cem hev du û binirxînin, em dikarin bibêjin ku asta ku hatiyê ne asteke xirab e. Helbet her tim kêmasî jî hebûne. Car carinan li dû serdemê maye. Li gor hin pêşketinên di warê teknolojiyê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû maye. Lê belê ev tiştek jii rojnamevaniya kurdî kêm nekirine. Ji derheqê van zor û zehmtiyan derketiye û niha em dikarin behsa wê bikin ku di nav çapemeniya cîhanê de xwe îspat kiriye." 
 
EWILÎ EW HEDEF TÊ GIRTIN 
 
Altan, destnîşan kir ku têkoşîna man û nemanê hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo çapemeniya kurd derbasdar e û got: "Her kes kêm zêde bi salên 90'î dizane. Pêvajone pir zehmt bûn. Bi dehan hevalên me hatin kuştin. Di salên 2000'î de astengî dewam kirin; çi di warê aborî, çi di warê îqtidarê de... Rastiyeke çapemeniya azad heye; a nayê bihîstin dide bihîstin, a nayê dîtin berbiçav dike. Helbet ev li xweşa îqtidaran naçe. Lewma ewilî berê xwe didin çapemenia kurdî. Jixwe tiştên di nêz de qewimîn, vê yekê bi awayekî zelal berbiçav dike. Hê jî gelek hevalên me girtî ne. Derbarê bi sedan rojnamevanan de lêpirsîn hene, doz hene. Bi awayî hewl didin wan qadê dûr bixin." 
 
XEBAT
 
Altan bang rojnamevanên nû jî kir û got: "Gava em evana bi hev re dinirxînin, a rast em dibînin ku ji bo em bixebitin gelek hincet hene. Ewilî adeta me ya berxwedêriyê, rabûna me ya li ber zor û zilmê, mîrateya şehîdan, berpirsiyariya di warê gel de. Peywira me, em tişta herî baş berpêş bikin. Divê em kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. rewşa me xirab e. Lê em dikarin baştir bibin. Ji bo em baştir bibin, divê em hîn bêtir bixebitin. Nexasim jî hevalên ciwan, divê hîn bêtir bixebitin." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney jî vê rojê wekî "roja bîranîna rojnamevanên hatine kuştin û xwedîderketina li mîrateya wan" pênase kir û destnîşan kir ku di dîroka çepemniya kurdî de destkeftiya herî mezin qada çapemeniyê ya jina ye. Guney got: "Çapemeniya jinê di warê çapemeniya kurdî û cîhanê de, îro ro bi kovar, weşanên mehane, ajansa, TV û gerînendetiyê weşanên giştî û serwîsên jinan têkoşîna jinê xurt kir." 
 
‘EM HEQÎQETA JINÊ DINIVÎSIN' 
 
Guney, destnîşan kir ku barê nivîsandina dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin hilgirtine ser xwe û bal kişand ser rewşa rojnamevanên jin ên kurd û got: "Çapemeniya jinê tenê li ser nûçeçkirinê hûr nebû, hem pirsgirêkên civakî berbiçav dike hem jî di warê peydakirina çareserkirina pirsgirêkan de tevdigere. Li dijî feraset bavkaniyê û zimanê wê, heqîqeta jinê bi pênûsê wê tê nivîsandin. Gava kurdbûyîn, jin û rojnamevan yanî ev her sê nasname tên cem hev du, ev tê wateya ku dibin hedefa îqtidarê. Îqtidar li gor xwe pênaseya 'maqûliyê' dike jinê, rojnamevan û kurd di potayekê de dihelîne. lê hîn radibin bi perspektîfa jinê nûçeyan çêdikin û hûn van pênaseyan serobino dikin. Ez dibêm gava em di serdema navîn de bûna, em ê bihatana şewitandin. Lê niha jî em tên girtin. Gef li me tên xwarin, dest datînin ser kamera, komputer û amûrên me yên din. Em bi gefên kesên ku tahde li jinê dikin û em derbarê wan de nûçeyan çêdikin, rû bi rû dimînin. Tahdeyê li malbatên me dikin. Lê em dev jê bernadin. Ji lewra demareke me a berxwedanê heye. Heger qirêl tazî be, em dibêjin tazî ye. Ji lew re em ji serîtewandinê fêm nakin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

22/04/2021
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin