* Rojnemvanên jin ên li Enqereyê dixebitin têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî axivîn û gotin: "Beriya her tiştî, di çapameniya kurd de rojek cuda ya jinan heye. Di çapemeniyek din de kameramanek jin tune ye."
* Ebubekîr Yagarcîk destnîşan kir ku polîsan heta niha 111 caran bi ser mala wî de girtiye û heta vî temenê xwe jî xweşî bi çavên xwe nedîtiye û got: "Ez tu caran heqê xwe li dewletê helal nakim."
* Girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî çend ku ATK'ê rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" daye wî û her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe jî nayê berdan. Kurê wî Beşîr Silik got: "Heger bimire jî bila li cem me bimire."
* Kesên li herêma Qerejdaxê debara xwe bi sewalvaniyê dikin gotin: "Berê me bi satilek mast, kîsek êm dikirî. Niha satila mast bûye 30 lîre, lê kîsek êm bûye 140 TL."
* Bager Çalişçi ku li deşta bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xistibû û bi vî awayî hatibû naskirin, anî ziman ku sozên ji bo perwerdehiya wî hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ev yek bandoreke nebaş li perfamansa wî kiriye.
* Şaredariya Geverê ya qeyûm tainî şûna wê hatiye kirin, devera hêşîn a bajêr kir sergo.
* Li Wanê bi hatine biharê re welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirin. Welatiyan got: "Dermanê gelek nexweşîna ne."
* Li Gerger a girêdayî Taxa Dîcle ya Sêwregê ne av ne jî qenalîzasyon heye. Dewlet ji wan re dibêje, ji ber ku "hûn tune ne em nikarin xizmetê bikin."
* Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" wê di roja 43'yemîn de li pêş Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Odeya Bijîşkan a Stenbolê ji ber ku li nexweşxaneyên taybet ji bo testa Kovîd-19'ê pere tên stendin wê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê civîna xwe ya heftane a Meclîsê li dar bixe. (12.45)
* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê têkildarî nirxandina Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî qedexeya Cizîrê wê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)
* Danişîna duyemîn a doza Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê Încî Aydin wê li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (14.30)