ÎDIR - Li Deriyê Sinor ê Saraks ê di navbera Îran û Tirkmenîstanê de, li ajokarê kamyonê Hakkan Akkuş xistin.
Ajokarê kamyona bar Hakkan Akkûş ê ji Îdirê, di Deriyê Sinor a Gurbulak a navçeya Bazîdê ya Agiriyê re derbasî Deriyê Sinor ê Saraks ê di navbera Tirkmenîstan û Îranê de bû, di 4’ê Nîsanê de rastî êrişa Îraniyan hat. Akkûş, derbarê bûyera bi serê wî hat de axivî û êriş wiha vegot: “Me li Îranê pirsgirêk jiya. Herî dawî ajokarên îranî yên di rêzê de xwestin min derbas bikin. Wan bi xwe eynika wesayîta xwe li wesayîta min xistin û şikandin. Ligel ku ew bi xwe sûcdar bûn, ji me pere xwestin. Me jî pere neda. Ji ber vê 4 kesan êrişî min kirin. Ez din ava xwînê de hiştim. Ligel vê jî, heya 2 saetan ne ambûlans û ne jî hêzên ewlekariyê hatin cihê bûyer. Dema dîtin plakaye me ya Tirkiyeyê, fikirin ku em bêxwedî ne. Li Îranê, her tim rişwet heye. Biyaniyan mîna cîna duyemîn dibînin û wisan nêzî wan dibin.”
DEST DANÎN SER WESAYÎTA WÎ
Akkûş, da zanîn ku li Îranê, her tim pêşiyê didin wesayîtên welatên xwe û wiha bilêv kir: “Bi hinceta lêpirsîna cihê bûyer, dest danîn ser wesayîta min. Ji 4’ê Nîsanê ve kamyona min deste ser kirine û nadin min.”
‘EM PIRSGIRAN DIJÎN’
Akkuş, dest nîşan kir ku ew her tim li deriyên sinoran pirsgirêkan dijîn û wiha pê de çû: “Pirsgirêka herî mezin em li Îranê dijîn. Di berê de jî, hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û seqet man çêbûn. Bûyer wiha pir tên serê me. Herî dawî 4 kesan êrişî min kirin. Niha çavê min ê çepê nabîne. Piştî bûyerê rayedarên konsulxaneyê hatin cihê bûyer. Lê tiştek nekirin. Em li wan deran bi tenê û bêxwedî dihêlin. Li hemû gumrikan em bi tenê dimînin.”
MIJAR BIR MECLÎSÊ
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îdirê Habîp Eksîk, bûyera hat serê Akkûş bir rojeva Meclîsê. Eksik, diyar kir ku ajokarên TIR’ê li Deriyê Sinor ê Saraks rastî ajokarên Îranî, tacîza hêzên ewlekariyê û karmendan hatine.
Eksik, ji Serokê Bazirganiyê Sayin Ruhsar Pekcan ev pirs pirsîn:
* Gelo çima êrişî ajokarê TIR’ê Hakan Akkûş hat kirin?
* Weke wezaretê we bi hikumeta Îranê re derbarê vê bûyerê de hevdîtin kir an na?
* Gelo we hevdîtin bi Hakan Akkûş ê dibeje çavekê xwe winda kiriye re hevdîtin kir?
* Aqûbeta wesayîta ku hikumeta Îranê dest daniye ser, çi lê hat?
* Tu hewldaneke we ji bo vê rewşê çêbûye?
* Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ajokarên kamyonan ên li ser sînoran dijîn, tu xebateke we heye yan na?”