Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir

  • rojane
  • 09:01 14 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Li Amedê 2 sal berê polîsan Recep Hantaş kuştibûn. Lêpirsîna derbarê kuştina Hantaş de hîn jî wekî xwe yê berê ye. Bira Efe Hantaş, anî ziman ku dê dev ji vê dozê bernedin û heya dawî bişopînin. 

Di 14'ê Nîsana 2019'an de li Sumerpark a Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan bera Recep Hantaşê 20 salî dabû û ew kuştibûn. Polîsê bi navê K.B. ji ber kuştina Hantaş hatibû girtin, lê belê piştî 40 rojî hatibû berdan. Di dîmenên cihê bûyerê de bi awayekî aşkere xuya kiribû ku 5 polîsan çek teqandine û di rapora otopsiyê de jî kifş bûbû ku du gule li Hantaş ketine; ji van guleyan yek jê li hêla rastê ya paşstû ketiye û d çavê wî yê rastê re derketiye û guleya din jî li çoka wî ya rastê ketiye. Walîtiya Amedê wê çaxê derpêş kiribû ku polîsan Hantaş hişyar kiriye lê belê Hantaş guh li îxtara polîsan nekiriye û bi vî awayî xwestibû Hantaş krîmînalîze bike. 
 
 
ÎHD: ÎNFAZA BÊ DARAZ 
 
ÎHD'a Şaxa Amedê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku li gor agahî û delîlên bi dest ketine, Recep Hantaş bi awayekî bê daraz hatiye înfazkirin. 
 
DEWRÎ CENDIRMEYAN KIRIN 
 
Parêzerê malbata Hantaş Parêzer Mehmet Oner jî ji bo ku polîs delîlan winda nekin, daxwaz kiribû ku lêpirsîna derbarê bûyerê dewrî cendirmeyan bê kirin. Dozgeriyê jî daxwaza Oner qebûl kiribû û dosye dewrî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê hatibû kirin. 
 
Her wiha Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî di 11'ê Hezîrana 2019'an de dîmenên derbarê kuştina Hantaş de weşandibûn. Di dîmenên hatibûn weşandin de dihat dîtin ku polîs bera Hantaş didin û Hantaş di nav dorpêça polîsan de dikeve erdê û polîs K.B. bi çekeke lûledirêj bera Hantaş dide û Hantaş piştî 3 gavan dikeve erdê. 
 
KEKÊ WÎ JÎ HAT KUŞTIN 
 
Birayê Hantaş Mûrat Hantaşê 29 salî jî piştî kuştina wî bi 14 mehan bi êrîşekê re rû bi rû mabû û di 10'ê Hezîrana 2020'an de li nêzî Sumerparkê gava xurde berhev dikirin, bi êrîşa kesê bi navê Ûgûr Kûşkanat re rû bi rû mabû û bi kêrê hatibû kuştin. 
 
ÎDIANAME NEHAT AMADEKIRIN 
 
Çendî ku di ser kuştina Recep Hantaş re 2 sal derbas bûne jî, heya niha îdianame nehatiye amadekirin. Birayê Hantaş Efe Hantaş, diyar kir ku dosyeya birayê wî jî dosyeyeke ji wan dosyeyên bi bêcezatiyê tên girtin. 
 
POLÎS: BI ŞAŞÎ ÇÊBÛ 
 
Efe Hantaş, anî ziman ku di 14'ê Nîsana 2019'an de polîsek telefonî wî kiriye û piştî vê çûye nexweşxaneyê û li wir polîsekî jê re gotiye bi şaşî bera Recep Hantaş dane. Bira Hantaş, destnîşan kir ku birayê wî belesebeb hatiye kuştin û got: "Bi şev saet di 12'an de dev ji karê xwe berdidin û ji bo bêhnvedanê tevî hevalê xwe diçe Sumerparkê. Wê kêliyê hewl daye bê malê, lê polîs wan dorpêç dikin. Polîs çawa diçin bera wan didin. Wê kêliyê hevalê wî xwe dixe bin bankê. Birayê min jî ji tirsa direve. Ji lew re berê jî gelek caran hatibû binçavkirin. Di binçavan de tahde lê kiribûn û gef lê xwaribûn. Ji ber birayê min ê din (tevli PKK'ê bûye) tim xeber jê re digotin. Digotin 'hûn terorîst in' û xeber digotin. Piştî vê birayê min ji wan ditirsiya. Her cara ku çav li wan diket direviya. Heger kesek çekê li we biteqîne, helbet hûn ê birevin." 
 
Hantaş, diyar kir ku polîsê hatiye girtin 40 roj bi şûn de hatiye berdan. Bira Hantaş, anî ziman ku piştî kurê polîs ji ji CÎMER'ê re nivsiye û gotiye "ev hemû terorîst in" polîs hatiye berdan. 
 
'DOZGER LI BENDA RAPORA ATK'Ê YE' 
 
Hantaş, destnîşan kir ku li herêmê bi sedan bûyerên bi vî rengî çêdibin û got: "Du sal derbas bûn. Hê jî dadgeh çênebûye. Îdianame jî nehatiye amadekirin. Di hevdîtina me ya dawî de dozger got, li benda rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ye. Heger ATK di du salan de nikaribe hel bike, nexwe bêedaletiyek heye. Ger bixwazin dikarin di heman rojê de hel bikin. Dîmen hene, delîl hene lê bûyer nayê çareerkirin. Sedem, ji ber ku ê bera daye polîs e. Kesên van tiştan dikin pirî caran tên xelatkirin." 
 
'Ê WE JÎ BIKUJIN' 
 
Hantaş, destnîşan kir ku piştî kuştina birayê wî derûniya wan xirab bûye û li cihê kar karta wî ya ewlehiyê hatiye betalkirin. Hantaş, diyar kir ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin ji ber vîdeoyeke 2012'an bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wî de doz hatiye kirin û sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Bira Hantaş, detnîşan kir ku di warê derûnî de jî tahde li wan tê kirin û ji ber vê ji bajêr koç kirine. 
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Hantaş, mirina birayê xwe şiband kuştina Kemal Kûrkût, Dîlek Dogan û Tahîr Elçî ku ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin û destnîşan kir ku bi sedan dozên bi vî rengî hene ku bi awayekî bêceza tên girtin. Hantaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û diyar kir ku gava hiqûqa navxweyî bixitime dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û dê dev ji vê dozê bernedin û heya dawiyê bişopînin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar- Cahît Ozbek

Sernavên din

14/04/2021
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'