Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye

  • rojane
  • 15:26 13 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL – Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî, di civîna DÎB’ê ya têkildarî konferansa ku wê di hezÎranê de li dar bixe de axivî û diyar kir ku demokratîkbûn ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye. Siyasetmedar Ahmet Turk jî got ku heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe.
 
Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî konferansa ku wê bi dûrişmeya “Nan, edalet û azadî” di meha hezîranê de li dar bixe, civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên DÎB’ê Nesteren Davûtoglû û Ayşegul Devecîoglû, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercumet Akdenîz û gelek rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civîna ku li Eywana Konferansê ya Abîdîn Dîno ya Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hat lidarxistin, bûn. 
 
BEDŞARÎN ONLINE
 
Siyasetmedar Ahmet Turk, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê Necla Kûrûl, Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleyên Elewiyan Celal Firat, Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onûr û Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî weke axaftvan bi awayekî online tevlî civînê bûn. 
 
‘DENGÊ EDALETÊ BILIND DIBE’
 
Axaftina vekirinê ya civînê Nesteren Davûtoglû kir û da zanîn ku di rojên reş re derbas dibin û bi birçîbûn, xizanî û şewbê rê rû bi rû dijîn û wiha got: “Li her dera Tirkiyeyê dengê, nan, edalet û azadiyê bilind dibe. Em hewl didin ku gelek kes tevlî konferansa me ya meha hezîranê bibin.” Ayşegûl Devecîoglû jî destnîşan kir ku herkes li ber xwe dide û bêdeng nabe û banga yekkirina dengên ku bilind dibin kir. 
 
TURK: HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE…
 
Di civînê de Siyasetmedar Ahmet Turk û Tarik Ziya Ekîncî jî axivîn û peyamên girîng dan. Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Lê heke demokrasi nebe pirsgirêkên jin, ciwan û bêkarî çareser nabin. Rêya xelasiya ji vê desthilatê xebata lihevkirî ya me ye. Heke em Tirkiyeyeke demokratîk bixwazin divê em rêya hatina gel hev a nirxên hevpar bibînin. Yekitiyeke ku kurd, jin, karkeran bihewîne nava xwe pêwîst e. Ji bo qanihkirina civak û siyasete berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Em dikarin li ser nirxên demokratîk ên hevpar bên gel hev û demokrasiyê ava bikin.”
 
DEMOKRASÎ Û AŞTÎ
 
Siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî jî destnîşan kir ku di şertên îro de ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye û ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a pirsgirêkên îro tunebûna demokrasiye ye. Pergala yekzilamî ku di sala 2016’an de hat avakirin rewşê xetertir kiriye. Hatiye wê astê ku ji piraniya gelê me tirê qê ku bi pergala parlamenteriyê dê her tişt sererast bibe. Guhertina pergala Erdogan gaveke pêşde çûyînê ye lê ne derbasbûna demokrasiyê ye. Aştî û demokrasi yekpare ne. Li welatekî dema ku aştî tunebe demokrasi jî tuneye. Li Tirkiyeyê kirdeya demokrasiyê Pirsgirêka Kurd e. Ev daxwaza kurdan a demokrasiye ye. Heke kurd mafê xwe yê perwerdeyê bi dest nexin û bi awayekî azad bi kar neynin li Tirkiyeyê avakirina demokrasiye ne pêkan e. Beriya her tiştî divê li Tirkiyeyê ji bo Pirsgirêka Kurd têkoşîn bê dayîn. Kesekî vê red bike ne pêkan e bibe demokrat.”
 
Piştî axaftinan civîn bi dawî bûn. 
 
 
 

Sernavên din

14/04/2021
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'