Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin

img
MANÎSA - Darizandina Komkujiya Somayê dîsa ji nû ve dest pê kir. Malbatan daxwaza edaletê dubare kir û ew pehîna li wan ketiye her roj xwe bi bêhiqûqek din re dubare dike. 
 
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de li kanek komirê bobelat rû dabû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû. Ji sûcê “bi qestî kuştina kesan” doz li xwediyên kar hatibû vekirin. Doz ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû xerakirin û piştî vê biryarê ji nû ve dozê dîsa dest pê kir. Beriya danişînê malbatên qurbaniyan li ber Meydana Gara Stasyona Akhîsarê li hev kom bûn û heta ber edliyê meşek li dar xistin. Malbatan pankarta ku navê 301 karkeran lê nivîsandibû vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan meş li dar xistin. 
 
Li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, parlamenterên CHP’ê Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikûlû, parlamentera CHP’ê ya berê Melda Onûr, nûnerên sendîkayan û partiyên siyasî û malbat beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘WE HER ROJ WÊ PEHÎNÊ AVÊT ME’ 
 
Serokê Komeleya Alîkariya Civakî ya 301 Madenvanên Somayê Îsamîl Çolak axivî û diyar kir ku li gel 7 sal bi ser komkujiyê re deras bûye hêj êşa wan wek roja ewil teze ye û wiha got: “We pehîn avêt me. Pişt re ji bo hûn bikin amûrê hilbijartinê we lêborînek xwest. Hêj êşa wê pehînê di dilê me de ye. Avêtina wê pehînê li eywanên dadgehan û li ber dadgehan berdewam kir. Ji bo kujer neyên cezakirin we her roj wê pehînê li me da.” 
 
‘BILA BERPIRSIYAR WERIN CEZAKIRIN’ 
 
Çolak biryara ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin bi bîr xist û got: “Piştî 2 salan dîsa va em li eywanên dadgehê ne û dixwazin kujer û berpirsiyar werin darizandin. Me 7 sal berê dest bi têkoşîna xwe ya edaletê kir. Divê hemû bersûc û wezîfedarên cemaweriyê yên berpirsiyar bi serdestiya hiqûqê werin darizandin. Divê edalet tenê ji bo kesên sermayedar be. Em ê ji bo her kesî li vî welatî li edaletê bigerin. Piştî Somayê bi sedan karker jiyana xwe ji dest da. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN’ 
 
Berkan Kose jî li ser navê malbatên karkeran axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk were ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ji rêya xwe venegerin. 
 
Piştî daxuyaniyê malbat derbasî eywana danişînê bûn. Malbat di bin tevdîrên ewlehiyê de derbasî hundir bûn û telefonên rojnamevanan girtin. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Bersûc Can Gurkan û parêzerê xwe bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Şandeya dadgehê biryara Dadgeha Bilind a ku dozê xera kiriye xwend. Danişîn wê bi parastina parêzeran berdewam bike. 
 
BIRYARA DADGEHA BILIND 
 
Daîreya Ceza ya 12’emîn a Dadgea Bilind diyar kiribû ku rîska şewatê ku Can Gurkan derxistibe zêde ye û ji ber tevdîrên ewlehiya kar negirtiye di 30’ê îlona 2020’an de biryarê xera kiribû. Dadgeha Bilind xwestibû ku ji bersûcan Can Gurkan, Dogrû, Çelîk û Adali 301 car ji sûcê “kuştina bi qestî” û 162 car jî ji sûcê “birîndarkirina bi qestî” werin cezakirin. 
 
 

Sernavên din

13/04/2021
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin