RIHA - Parêzerên endamên OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê çalakiya “edaletê” li dar dixin kirin.
Rêveberên Navenda Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 35 roj in li ber Edliya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin kir. Şandeya Hevserokê Giştî yê OHD’ê û rêveberên navendê û rêveberên Şaxa OHD’a Rihayê pêk dihat li gel malbatê civiyan û li rewşa malbatê pirsîn.
Emîne Şenyaşar ji şandeya hiqûqzanan re got ew dixwaze kujerên ferdên malbata wê werin dîtin û cezakirin.
Bunyamîn Şeker jî destnîşan kir ku ew ê bibin şopdarê dosyeyê.