NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber şewba vîrûsa koronayê, di nava 24 saetên dawî de, 237 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 hezar û 678 kes bi vîrûsê ketin.
Wezareta Tenduristiyê, danayên rojane yên derbarê vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de, ji raya giştî re aşker kir. Li gorî danayên wezaretê yên îro, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de, 237 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan, 50 hezar û 678 kes bi vîrûsê ketin.
Bi vî awayî hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan, derket 33 hezar û 939 kesan. Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin jî, derket 3 mîlyon, 849 hezar û 11 kesan. Îro 30 hezar û 194 kesên bi vîrûsê ketibûn, baş bûn.
HEJMARA NEXWEŞÊN GIRAN 2 HEZAR Û 824 RE
Li gorî tabloyê, bi giştî hejmara testan 41 mîlyon, 591 hezar û 854, hejmara nexweşên giran 2 hezar û 824, hejmara nexweşên saxbûn 3 mîlyon, 331 hezar û 411, hejmara testên îro hat kirin jî 294 hezar û 274 kes.