RIHA – Li navçeya Wêranşarê di navbera 2 malbatên ku navbera wan nexweş bû de şer derket û 6 kes bi derbên guleyan birîndar bûn.
Li gundê Tûnçbîlekê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê di navbera 2 malbatên ku navbera wan nexweş bû de li ser erd şerekî bi çekan derket û 6 kes birîndar bûn. Mevlut K. (18), Ender K. (18), Gundûha K. (47), Îskender K. (44), Gulşah Z. (30) û Ahmet Y. (32) ku di şer de birîndar bûn, bi ambûlansên ku hatine cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û girtin bin tedawiyê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.