NAVENDA NÛÇEYAN – Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sûltangazî Hasekiyê, kedkarê tenduristiyê Ercan Usta ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sûltangazî Hasekiyê, kedkarê tenduristiyê Ercan Usta (27) ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Odeya Bijîjkan a Enqerê, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û ji malbata Ûsta re serxweşî xwest.