Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak

  • jin
  • 10:15 9 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Di dîroka baroyan de yekem car li Baroya Mêrdînê temsîlkariya wekhev pêk hat. Ji 10 rêveberan 5 jin bûn rêveber. Rêveberên jin encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin. 
 
Baroya Mêrdînê de 4’ê Nîsanê de kongreya xwe pêk anî. Di hilbijartina baroyê de temsîlkariya wekhev derket holê û di dîroka baroyan de cara ewil e rêveberiyek wekhev tê bijartin. Ji bo serokatiya baroyê Îsmaîl Elîk hat bijartin û rêveberî ji 10 kesan pêk tê. Parêzerên jin ên di rêveberiyê de cih encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin. 
 
‘ŞOREŞA JINAN E’  
 
Ji parêzerên bû rêvebera baroyê Şemse Yelîz Çîftçî got 21 sal in ew li Mêrdînê parêzeriyê dike û cara yekem e dikeve rêveberiya baroyê. Çîftçî hilbijartina baroyê wiha nirxand: “Ev hilbijartina me di serdemek ku Peymana Stenbolê hat betalkirin de pêk hat û ev jî serî rakirina civakî û şoreşa jinan e. Cara yekem e jinan piştigiriya hev kirin. Civakek ku xwedî wê têgihiştinê ye naxwaze rêveberên jin bibîne. Jixwe jinbûn zor e. Meriv parêzerek jin be jî bêtir zor e. Em ê bi têkoşîna xwe jinan bi civakê bidin pejirandin. Wê hebûna parêzerên jin bêtir bi bandor bibe. Belkî di siberojê de Baroya Mêrdînê bibe xwedî serokek jin jî. Em ê ji bo jinan her cûre projeyan bi rê ve bibin û li dijî her cûre tundî û êrişên li ser jinan têkoşînek xurt bikin.” ” 
 
SERKEFTINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Parêzer Rûşen Bîngul Bînbaş a ji bo rêveberiya baroyê hat bijartin jî 7 sal in parêzeriyê dike. Bînbaş destnîşan kir ku ev temîliyeta wekhev serkeftina jinan e û got: “Me di hilbijartinê de da nîşandan ku jin dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Serokê baroya me Îsmaîl Elîk Û parêzerên zilam jî li cem jinan cih girtin. Em vê hilbijartinê wek şoreşa jinan dinirxînin. Em ê wezîfeya xwe bi layîqî bi cih bînin. Em ê ji bo maf û daxwazên jinan û zarokan têbikoşin.  Bi sedan sal e em têdikoşin. Ev jî encama wê têkoşînê ye. Ez di wê baweriyê de me em ê bi hevpîşeyên xwe yên jin re kar û barên xweşik bikin.” 
 
‘BIJARTINA ME DENG VEDA’ 
 
Bêrîvan Çelîk ku cara yekem e di rêveberiya baroyê de cih digire jî anî ziman ku 7 sal in ew li Mêrdînê parêzeriyê dike û berê jî wek nûnera baroyê li Nîsêbînê xebitî ye. Çelîk da zanîn ku ew li ser daxwaza hevpîşeyên xwe bûye namzet û got: “Tevî hemû pêşdarazan jî me wek Baroya Mêrdînê heta niha karên baş kirin. Em wek 5 jinan ji bo rêveberiyê hatin bijartin. Vê yekê jî di nava baroyên herêmê de deng veda. Em bi wê hêza ku temsîlyeta wekhev hin bêtir xebatên baş birêve bibin. Em ê li dijî binpêkirina mafên jin û zarokan heta dawiyê têbikoşin. Em ê xebatên bêhempa derxin holê.” 
 
‘WÊ BAROYA ME BALÊ BIKIŞÎNE SER XWE’ 
 
Parêzer Esra Akdag Karadenîz jî ji bo rêveberiya baroyê hat bijartin û 10 sal in li Qoserê parêzeriyê dike. Karadenîz destnîşan kir ku bi bijartina 5 jinan a rêveberiya baroyê re dê gelek tişt û têgihiştin werin guhertin û wiha got: “Nemaze em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpîşeyên me yên jin bixebitin û ji bo çareseriyê xebatan birêve bibin. Di encama hilbijartinê de fesixkirina Peymana Stenbolê û têkoşînan jinan bandora xwe da nîşandan. Bijartina me bi bertekên xweşik re hat pêşwazîkirin. Di hilbijartinek din de dibe ku ji bo serokatiya baroya me jinek jî were bijartin, çima nebe. Dikare ji bo baroyên din jî bibe mînak. Ji ber temsîlkariya jinan wê baroya me zêdetir balê bikişîne ser xwe. Em hêvî dikin ku wê xebatên baroya me bandorê li ser baroyên din jî bike. Wê hevalên me jin hemû ji vê hêzê bigirin. Em ê her tim ji pirsgirêkan re bibin bersiv û piştgiriya jinan bikin. Baweriya me heye ku em ê ji bo jinan projeyên xweşik li pêş bixin. Baroya Mêrdînê ji bo tiştek xweş bû wesîle û me carek din nîşan da ku em hene.” 
 
Navê parêzerên ji bo rêveberiya Baroya Mêrdînê hatine bijartin wiha ne: Bêrîvan Çelîk, Emîne Erboga, Rûşen Bîngul Bînbaş, Esra Akdag Karadenîz, Şemse Yelîz Çîftçî, Abdulkadîr Guner, Dildar Ektîren, Hakan Gelerî, Sezgîn Dînç û Memet Alpaslan. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/04/2021
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê