AMED - Dadgehê li xebatkarê çapemeniyê yê DBP’ê Îsmaîl Bardakçi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li xebatkarê çapemeniyê yê Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Îsmaîl Bardakçi hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amede hat dîtin. Di danişînê de Bardakçi û parêzerê wî Bûrhan Arta amade bûn.
Dozger, îdîakir ku Bardakçi tevlî merasîma cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bûye û di van merasîman de dirûşmên pesindayîna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan berz kirine, piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê kiriye û ev çalakî bi bangên organên çapemeniyê pêk anîye.
Dozger anî ziman ku derbarê Bardakçi de ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re îxbar hatine kirin û îdia kir ku Bardakçi “endamê rêxistinê” ye. Dozger, parast ku sucê Bardakçi sabît e û xwest ji endamtiya rêxistinê bê cezakirin.
Parêzerê Bardakçi, diyar kir ku muwekîle wî tu xebatên siyasî bi rê ve nebirine û ji ber karê xwe di wan çalakiya de cih girtî ye. Parêzer, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.
Şandeya dadgehê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê ji Bardakçi re birî.