AMED – CFWIJ’Ê meemeleya xerab a li dijî Rojnameger Berîtan Canozer şermezar kir û xwest ku demildest bê berdan.
Di Rojnamegertiyê de Koolîsyona Jinan (CFWIJ), bertek nîşanî meemeleya xerab ku di bin çavan de li Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer hat kirin da û xwest ku demildest Canozer bê berdan. CFWIJ’ê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku golisan gef li Canozer û 21 hevalên wê xwarine û pêwîstiyên wan ên bingehîn nayên bersivandin.