Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'

  • rojane
  • 09:01 6 Nîsan 2021
  • |
img

MELETÎ - Berdevkê MAL-ÇEP'ê Halît Yucel, bal kişand ser tunekirina xwezaya Meletiyê û got: "Xwezaya Meletiyê dibe qurbana rantê. Em mecbûr in hevsengiya xwezayê biparêzin." 

Li Meletiyê û derdora wê bi sedan nebatên endemîk û candarên kûvî hene. Lê belê ev nebat û candar niha bi gefa kanên madenan re rû bi rû ne. Ji 1'ê Çileya 2018'an heya 1'ê Adara 2021'ê li Meletiyê ji bo çêkirina kanên madenan 907 serlêdan hatine kirin û heya niha 496 kanên madenan hene. Li dijî texrîbkirina xwezaya Meletiyê di 29'ê Îlona 2020'î de Platforma Hawirdor û Çandê ya Meletiyê (MAL-ÇEP) hat avakirin. Platformê li dijî texrîbkirina xwezayê êniyên herêmê serwext dikin û heya niha 120 sazî piştgiriya platformê kirine. 
 
Berdevkê MAL-ÇEP'ê Halît Yucel rewşa bajêr û derdora wê nirxand. 
 
Yucel, destnîşan kir ku ji roja ku platform ava kirine heya niha di warê bidestxistina daneyên derbarê fealiyetên madenan de xehmtiyê dikişînin û got: "Hin agahî nayên parvekirin. Me ji bo vê serî li Walîtiya Meletiyê da. Walî jî tenê lîsteya kanên keviran û qûmê da me. Lê ji bo lîsteya madenên din ji me re got, divê hûn serî li Midûriyeta Maden û Petrolê (MAPEG) bidin. Me jî bi rêya nûnertiya xwe ya Enqereyê daxwaznameyek şand. Lê bersivek neyînî hat." 
 
Yucel, bilêv kir ku bi qanûna 5177 ku di sala 2004'an de hatiye çêkirin, hin îmtiyaz bi dest kardêran ketine û piştî van îmtiyazan şîrketên biyanî ji bo madenan berê xwe dane herêmê. Yucel, destnîşan kir ku ji sedî 90'ê şîrketên li zêran digerin, şîrketên biyanî ne û got: "Li Meletiyê liv û tevgereke zêde heye ji bo lêgerîna madenan." 
 
‘GEL DIXAPÎNIN' 
 
Yucel, anî ziman ku şîrketên ku li herêmê li madenan digerin welatiyan dixapînin û got: "Dibêjin, em li komirê digerin. Dibêjin, av derkeve dê bidin gelê herêmê. Gava me ji wan pirsî ji bo komirê hûn ê çend metroyan bikolin, ji me re gotin 860 metre. Di kûrahiyeke wisa de komir bê dîtin jî, derxistina wê pir zehmet e. Av be jî, li gor rêziknameya avên bin erdê, ev av aydê dewletê ne. Yanî erkeke wan î ku avê bidin tune ye. Ava 800 metre di bin erdê de, dê daran hişk bike. Ê mirov pê nexweş bikevin." 
 
‘KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN' 
 
Yucel, diyar kir ku piştî ku welatî serwext bûne, şîrketên li madenan digerin jî diçin destûreke taybet ji DSÎ'yê digirin û dest bi sondajê dikin û got: "Ji me re dibêjin 'em li komirê digerin.' Li herêma Erguvanê, komir heye û mirov dikare bibêran derxîne. Lê ji ber ku bêqîmet e, kes berê xwe nadê. Gel naxwaze li herêmê maden bênd erxistin." Yucel, anî ziman ku maden avên bin erdê jehrî dikin û du hefte berê li gundê Dedeyaziyê yê navçeya Wêranşarê, şîrketên madenê rêya gundiyan girtine û welatiyan jî giliyê wan kirine. Yucel, bilêv kir ku ji ber ku qadên jiyanê tên texrîbkirin welatî koç dikin, ji lew re fealiyetên madenan bandoreke nebaş li çandinî û sewalvaniyê dikin. 
 
PARASTINA HEVSENGIYA XWEZAYÊ 
 
Yucel, diyar kir ku ji sedî 25'ê mişmişên ter ên cîhanê û ji sedî 85'ê mişmişên hişk ên cîhanê li Meletiyê tên hilberandin û got: "Lê belê ji ber madenan zirar digihê wan û kêzikên zêde dibin. Dar hişk dibin. Hilberîner her sal darên hişkbûyî dibirin. Tenê ne mişmiş, li Meletiyê 354 jê endemîk 890 celebên nebatan hene. Ev nebatên endemîk bi gefeke mezin re rû bi rû ne. Çeşidariya biyoyê dibe qurbana madenan. Ê piştî wextekê maden nemînin, lê wê ew nebatên endemîk hew în bên. Bi tunekirina qada jiyanê ya candaran mirov li madenan nagere. Ev xweza, pêşeroja me ye. Kaniyên li Meletiyê ziwa bûne. Asta ava bendavan nîvî nîvî kêm bûye. Zivstanê jî baran nabare. Ji bo jiyaneke baş ji nifşên nû re bimîne, em mecbûr in hevsengiya xwezayê biparêzin." 
 
Yucel, destnîşan kir ku bi madenvaniya hovana hevsengiya xwezaya Meletiyê serobino bûye û got: "Xwezaya me ya hemûyan tê talankirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Yucel ji bo parastina xwezayê bang li hemû meletiyan kir ku di bin banê platformê de bên cem hev du û got: "Em bang li hermû hawirdorparêzan dikin ku tevli MAL-ÇEP'ê bibin û em bi hev re jiyanê biparêzin." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

06/04/2021
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin