Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye

  • rojane
  • 09:19 3 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Hêlîn Bolek, bi daxwaza "bila qedexeyên li ber lidarxistina konserên wan bi dawî bibin" 288 roja di greva birçîbûnê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Dêya wê Aygul Bîlgî got: "Bila neyê jibîrkirin çima Hêlînê jiyana xwe ji dest daye." 

 
Endama Grup Yorûmê Hêlîn Bolek, di 3'yê Nîsana 2020'î de di roja 288'an a çalakiya greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Boleka 28 salî di sala 2016'an de tev, 7 hevalên xwe hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Li Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M'yê de tevî hevalên xwe yên komê ji bo qedexeyên li ber lidarxistina konseran rabin dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 152'yan a grevê de, di 20'ê Gulana 2019'an de, tevî hevalê xwe yê komê Îbrahîm Gokçek ji Girtîgeha Gebze ya Tîpa M'yê derketibû û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li Mala Berxwedanê ya Sariyerê domandibû. Di 20'ê Çileya 2020'î de jî çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û di 3'yê Nîsanê roja 288'an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû û hevalê wê Îbrahîm Gokçek jî di roja 324'an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
'EM HEVAL BÛN'
 
Dayika wê Aygul Bîlgî, anî ziman ku ew û keça xwe wekî du hevalan bû û got: "Gava hin kes pê dihesiyan em dê û keç in, şaş diman. Em biçûna ku em bi hev re bûn. Me fîlmên nû pêşniyarî hev dikirin. Her wiha guh li derdên her kesî dikir. Gava min digot, tu jî li ber dikevî, digot 'dayê pêdiviya wan bi min heye.' Pir xweş bi mezinan re jî diaxifî. Ne zarokeke nehs bû. Zarokeke jîr bû." 
 
Bîlgî, bilêv kir ku keça wê pir ji pirtûkan hez dikir û got: "Ji xeynî vê bi basketê jî dilîst. Resm çêdikirin. A rast hêla wê ya hunerî xurt bû. Ji zarokatiya xwe ve distriya. Bi çi re eleqedar bû, min negot na. Berevajî min ew teşwîq dikir. Xwestibû reman çêbike, min wê şand kursê. Di 12 saliya xwe de tevî ciwanên amadekariyên zanîngehê dikirin resm çêdikirin. Mamosteyê wê, wê wekî mînak nîşan dida. Di xwendekariya xwe de jî serketî bû. Dibistana seretayî û navîn li Amedê kuta kir. Lîseyê li Stenbolê kuta kir û li Çanakkaleyê jî beşa Maliyeyê kuta kir." 
 
JI ZAROKATIYA XW EVE DISTRIYA
 
Bîlgî, bilêv kir ku keça xwe li ber muzîkê di xew re radikir û gava keça wê bi ziman bûe, dest bi strana kiriye. Bîlgî got: "Di 8-9 saliya xwe de enstruman nas kirin. Ji stranan hez dikir. Xweş dstriya. Di sala 2013'an de li zanîngehê Grûp Yorûmê nas kir. Heya sax bû bi Grûp Yorûmê re striya." 
 
SERBILIND IM 
 
Bîlgî ku got "Gava stranên ji bo gel, derbarê zilma li gel hatiye kirin digot, hin kesan ji dil û can guh lê dikir, hin kes jî hebûn hez ji van stranên wê nedikirin" behsa salên girtîgehê yên keça xwe kir: "Çend caran hat girtin. PIştî hat berdan bi demek kurt cardn hat binçavkirin û girtin. Êrîşeke sîsteatîk hebû. Ji ber beyanên îtirafkarekî hat girtin. Sirgûn gelek girtîgehan hat kirin. Gava li kepsûtê bû hat berdan. Gava em bi wesayîtê çûn dû wê, di rê de xebera binçavkirina wê hat. Çawa derket werê jî hat girtin. Di dema girtinê de ez tim li cem wê bûm. Ez çûm cem wê. Bûm dengê wê. Ew zaroka min bû, min qet ew bi tenê nehişt. Tekane zaroka min bû. Keça min, ne keçeke xirab bû. Gava tiştekî xirab bikira min ê fedî bikira, lê wê ji ber tiştên baş kir, ez pê serbilind im." 
 
EM LI CEM ZAROKÊN XWE BÛN 
 
Bîlgî, bibîr xist ku keça wê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû û gava hatiye berdan li Armûtlûyê li mala berxwedanê bi cih bûye û li wir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandiye rojiya mirinê. Bîlgî, destnîşan kir ku ew malbat tim li cem berxwedana zarokên xwe bûne. 
 
KEÇA MIN TIŞTEKÎ XIRAB NEKIR 
 
Bîlgî, destnîşan kir ku gelek kes hene hê jî fêm nekirina ji bo çi ew malbat xwedî li berxwedana zarokên xwe derketine û ji wan pirsîne "çima" û got: "Ji bo meriv vê pirsa çima fêm bike, pêşî divê mirov zanibe vê ev zarok kî ne, çi dikin û doza çi dikin. Ma tiştekî wisa hêsan e ku miroveke ciwan û 28 salî dest bi rojiya mirinê bike. Ma qe li vê jiyanê tu tişt nedixwestin? Lê bedena xwe dan ber mirinê. Divê ev bi vî awayî têkeve ber lêpirsînê. Lê ji dêvla vê rabûn, ez dam ber lêpirsînê, ji ber ku li cem wê bûm. Ma keça min çi kir? Qey tiştekî xirab kir? Tenê sûcek wê hebû; ew jî li cem gelê xwe bû. Ez heya dawiyê li cem keça xwe bûm. Rojekê Hêlînê ji min re got, 'Spas dayê.' Gava min jê pirsî, 'çima?' Got, 'ji ber ku tu li cem min î.' Min jî got, 'ez mecbûr im li cem te bim." 
 
Dayik Bîlgî, bilêv kir ku heya kêliya dawiyê jî Hêlîn li ser hişê xwe bûye û got: "Min jê re digot, heya serketinê ez ê li cem te bim." 
 
NIKARIN GRÛP YORÛMÊ BIQEDÎNIN 
 
Bîlgî, destnîşan kir ku daxwazên Bolek û Gokçek, daxwazine qebûlkirin û pêkanîna wan mimkun bûn û got: "Ê Grûp Yorûm her tim bistrê. Nikarin Grûp Yorûmê biqedînin. Heya em bîranînên wan zînde bikin ê hebin." 
 
BILA ALAYÊ HILGIRIN 
 
Bîlgî ku got "Bila neyê jibîrkirin bê Hêlîn ji ber çi jiyana xwe ji dest daye" û got: "Bila bidin dû vê. Bila gavên xwe deynin şûna gavên wê û wisa bidomînin. Divê ji cihê ku wê hiştiye bidomînin. Bila wekî pêşbaziyeke alayê bifikirin. Hêlîn para xwe beziya, alayê dirêj dike û bila wê alayê hilgirin. Bila wê alayê bigihînin armancê." 
 
MA / Kadîr Guney 

Sernavên din

03/04/2021
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'