AMED - Biryara berdewamkirina girtina rêveberê MEBYA DER’ê Meryem Soylû a 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî hate dayîn.
Biryara domandina girtina Meryem Soylû a 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî yên di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) de hatibû destpêkirin de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ ya hatibûn girtin hate dayîn.
Di nirxandinên li ser Soylû û Aslan de hate hînbûn ku sûcên wan sûcên katalogê ne, li gorî bendewariya ku cezayê lê bê birîn, îhtimala revînê bi hêz e û kontrolên tedbîrên edlî wê têrê neke, biryara domandina girtinê dane.
Li Amedê, di lêpirsîna navbera 27’ê Sibatê û 3’yê Adarê ya li ser rêveberiya MEBYA-DER’ê de rêveberên komeleyê jî di nav de 29 kes hatibûn destgîrkirin.