Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin

  • rojane
  • 12:08 2 Nîsan 2021
  • |
img

WAN - Rojnamevan Nazan Sala ku ji îşkenceya li du welatiyan hatibû kirin û jê tê darizandin ji serokê dadgehê re got: “Li welatekî heke çapemenî ne azad be, kes ne azad e. Hûn jî nikarin azad bin.” 

 
Danişîna ewil a doza nûçegihanên Ajansa me Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin. 
 
Piştî parastina rojnamevan Adnan Bîlen, rojnamevan Nazan Sala parastina xwe kir. 
 
SALA: MERIV NE BI KARTA ZER DIBE ROJNAMEVAN 
 
Sala destnîşan kir ku ew ji ber xebatên rojnamevaniyê tê darizandin û got: “Ev 15 sal in rojnamevaniyê dikim. Di îdianameya hatiye amadekirin de nebûna kartê zer a çapemeniyê hêcet hatiye nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin. Di navbera salên 2010- 2017’an de karta min zer a çapemeniyê hebû. Lê di 2017’an de rojnameya ez lê dixebitîm bi KHK’ê girtin û kartê min betal bû. Li ser karta zer tê nirxandin ka ez rojnamevan im an na. Meriv bi karta zer nabe rojnaemvan.” 
 
Sala anî ziman ku ew piştî hilbijartina xwecihî ya 2019’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di yekîneya çapemeniyê de midur bûye û wiha got: “Piştî qeyûm danîn ser şaredariyê dawî li karê min anîn. Min serî li dadgehê da. Di vê navberê de min rojnamevaniyek serbixwe kir. Ez li ajansek yasayî ku gelek nûnertî û nûçegihanên wê hene xebitîm. Ez di doza xwe de bi ser ketim û paş de vegeriyam kar. Pişt re jî ez hatim girtin. Heke bi ser cihê karê min de digirin divê bi ser şaredariyê de bigirtina.” 
 
ARŞÎVA ROJNAMEYAN JÎ KIRINE SÛC 
 
Sala got gelek nûçeyê wê çêkirine li ber çavan nehatine girtin û bi taybet hin nûçe bijartine û kirine îdianameyê û vê yekê rexne kir. Sala destnîşan kir ku di serdegirtina mala wê de polîsan dest daniye ser arşîva rojanmeyên li malê û wiha got: “Arşîvek min a hejmarên ji salên 2010-2016’an pêk tê hebû. Van jî wek sûc li îdianemyê zêde kirine. Ji bo rojnameyan jî biryara berhevkirinê nîne. Tiştek gelek asayî ye ku arşîva rojnamevek hebe.” 
 
Sala anî ziman ku wê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî heta îro nêzî 300 twîtan belav kiriye û ji mijarên îstîsmarkirina zarokan bigire heta cînayetên kar li ser gelek mijaran twît belav kiriye û lê dozger bi qestî tenê çend twîtan bijartiye û kiriye delîltiya sûc. 
 
‘HÛN JÎ NE AZAD IN’ 
 
Serokê dadgehê axaftina Sala girî û got: “Tiştên bibin sûc nekeve navê.” Lê Nazan Sala parastina xwe berdewam kir û wiha got: “Heke lêkolînek pir cidî bihata kirin, wê bihata dîtin hin parvekirin ne yên min û tenê min etîket kirine. Dixwazin ji van sûc çê bikin. Ev şeş meh in em di girtîgehê de ne. Ez berê emeliyat bûbûm. Divê dermanên xwe bixwim. Ez bi nexweşînan re rûbirû me. Ez li qawîşan bi alîkariya hevalên xwe dikarim li bijîm. Mudaxilek li dijî rojnamevanan bi taybetî jî li dijî rojnamevanên kurd mudaxileyek heye. Li welatekî heke çapemenî ne azad be, tu kes ne azad e, hûn jî nikarin azad bin. Ez berdana xwe dixwazim û werim beraetkirin.” 
 
Di kêliya parastina Sala da Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik jî beşdarî danişînê bû. 
 
Danişînê bi parastina Şehrîban Abî, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût berdewam kir. 
 

Sernavên din

02/04/2021
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan