WAN – Li taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê, di saetên serê sibê de depoya avê teqiya û gelek mal dibin avê de man.
Li Cadeya Kurtuluş a taxa Bostanîçî ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, depoya avê ya ku girêdayî Miduriyeta Giştî ya Îdarî ya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) di saeên serê sibê de teqiya. Piştî teqînê gelek mal dibin avê de man. Di avê de gelek pez telef bûn, sera dibin avêde man û zirar li jêrzemîn avahina bû.
TEQÎNA 4’EMÎNE
Niştecihên taxê, diyar kirin ku ev cara 4’emîne depoya avê diteqe û xwestin ev pirsgirêk bê çareser kirin. Piştî teqînê ceyrana taxê qût bibû. Xebatên ekîpên agirkûj û ceyranê yên li taxê dewam dikin.