STENBOL - Polîsan nûçegîhana Arti Gerçek Yagmur Kaya ya ku dema nûçeyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dişopand, binçav kir.
Polîsan rojnamger û nuçegîhana Arti Gerçek Yagmur Kaya binçav kir. Piştî 24 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî hatin binçavkirin, komek xwendekar li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn û xwest piştgiriyê bidin hevalên xwe yên di bin çavan de. Dema xwendekarên Bogaziçî kom bûn, polîsan êrîşî komê kir. Di mudaxaleyê de polîsan nûçegîhana Arti Gerçekê Yagmur Kaya binçav kir.