Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin

img
STENBOL - Di danişîna ewil a doza Dayikên Şemiyê de, di parastinan de hat diyarkirin ku biryara qedexekrina çalakiyan dijî hiqûqê ye û divê ne ew, polîsên tahde li wan kirine bên darizandin. 
 
Polîsan mudaxileyî çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê kiribû û di dema mudaxileyê de 46 kes binçavkiribûn. Paşê derbarê 46 kesên hatibûn binçavkirin de îdianame hatibû amadekirin. Îro danişîna ewil a dozê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 21'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Gelek Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên çalakiya hefteya 700'emîn de hatibûn binçavkirin, parlementerên Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglû, Oya Ersoy, parlementerên CHP'ê Tûran Aydogan, Alî Şeker û parlementerê serbixwe Ahmet Şik tevli danişînê bûn. Her wiha gelek parêzer jî ji bo parêziyê hatin hêwana dadgehê. 
 
Ji ber ku hêwana Dadgeha Ceza ya Asliye ya 21'emîn biçûk bû, danişîn li hêwana Dadgeha Cezayê Giran a 33'yan hat lidarxistin. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
Di danişînê de ewilî Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî. Turkdogan, beyanata ku tê de doza biryara beraetê hatiye kirin berpêşî heyeta dadgehê kir. Turkdogan, di axaftina xwe de bal kişand ser rewabûn û mafdariya çalakiyê û xwest hemû bersûc bên beraetkirin. 
 
Lê belê heyeta dadgehê daxwaza Turkdogan red kir. 
 
Pişt re mirova Şemiyê Masîde Kişlakçi tevî wêneyê birayê xwe Hasan Ocak ku di binçavan de hatiye windakirin dest bi axaftinê kir. Kişlakçi di axaftina xwe de got: "Tiştên ku di van qanûnan de hatine nivîsîn mafên me ne, lê em tiştine wisa dikin ku ne em dikarin bigihên hezkiriyê ne xwe ne jî em edalet dibînin. 26 sal in me dev ji vê têkoşînê bernedaye. Çima kesên ku xizmên me winda kirine nayên darizandin, lê em tên darizandin." 
 
Piştî axaftina Kişlakçi, birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî tevî wêneyê birayê xwe parêzî kir. Ocak, diyar kir ku 26 sal in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Di çalakiya 699'an a Dayikên Şemiyê de tu sûcek nehatiye tespîtkirin, lê belê çalakiya hefteya 700'emşn hatiye qedexekirin." Ocak, destnîşan kir ku tenê doza edaletê dikin û lêgerîna ji bo edaletê jî ne sûc e û got: "Li wir ên êrîş bi ser wan de hat em bûn." 
 
Farûk Eren ku birayê wî Hayrettîn Eren d binçavan de hatiye windakirin jî got: "Di îdianameyê de dirûşmeya 'ê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bişikîn' sûc hatiye hesibandin. Ma qey meqama îdiaya îşkenceyê diparêze? Belê, me ev dirûşme berz kir û em ê tim berz bikin. 40 sal in we zarokên wan girtine û hûn dibêjin me negirtiye û bi ser de jî hûn îşkenceyê dikin. Bedêl çi dibe bila em ê dev ji vê têkoşînê bernedin." 
 
Biraziyê Hasan Ocak Adil Can Ocak jî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve tevli çalakiyê dibe û Dayikên Şemiyê tenê ji bo edaletê çalakiyên xwe li dar dixin û got: "Me tahde li kesî nekiriye. Ê tahde li wan hatiye kirin em in." 
 
Cuneyt Yilmaz jî anî ziman ku ne xizmê windayan e, lê belê parêzvanê mafan e û piştgiriya têkoşîna ji bo edaletê ya Dayikên Şemiyê dike. Yilmaz di parêziya xwe de got: "Alîkariyê ji bo kesên li hestiyên zarokên xwe û xizmên xwe digerin ne sûc e. Ên ku me asteng kirin berpirisyarê vê windakirinê ne." 
 
Endamê CHP'ê Alî Yîgît Karaca jî destnîşan kir ku çalakiyên Dayikên Şemiy ne sûc in û bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo edaletê. 
 
Robar Koptaş jî bilêv kir ku di dema çalakiyê de polîsan li wan xistiye, heqaret li wan kiriye û got: "Lewma divê kesên ku ev kirine bên darizandin." 
 
Denîz Koç jî got: "Gava em hatin binçavkirin, em nêzîkatiyeke xirab re rû bi rû man. Divê polîs bên darizandin. Ez doza beraetê dikim." 
 
Parêzer Ahmet Cîhan jî biryara Qeymeqamtiya Beyoglûyê ya derbarê qedexekirina çalakiyê de dijî hiqûqê ye û xwest dosye bi beraetê bi dawî bibe. 4
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê ji bo parastina 38 kesên mayî jî bê girtin û xisûsên kêm bên temamkirin danişîn taloqî 12 Tîrmehê kir. 

Sernavên din

26/03/2021
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne