Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne

img

STENBOL - Mirovên Şemiyê yên li aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin, têkildarî doza derbarê wan vebûyî de diyar kirin ku divê kesên bên darizandin faîl bin û wiha gotin: “Qedexekirina Qada Galatasarayê, tundiya polîsan û astengkirina bikaranîna vî mafî li dijî hiqûqê ye.”

 
Dayikên Şemiyê, heta hefteya 700'emîn her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û li aqûbeta windayan bipirsin li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin. Di hefteya 700'emîn de polîsan mudaxileyî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn û 46 dayik û mirovên şemiyê binçav kiribûn. 2 sal şûn ve derbarê 46 kesên hatibûn binçavkirin de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliya Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. 
 
Beriya danişînê li pêş edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Dayikên Şemiyê, Mirovên Şemiyê, parêzerên wan, parlementerên HDP’ê û CHP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya di vê dozê de tê darizandin lêgerîna me ya heqîqet û edaletê ye”
 
Di daxuyaniyê de ewilî dayika Mûrat Yildiz ê winda Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku çalakiya bi salan li pêş Liseya Galatasarayê pêk dianîn îro veguhestine Çaglayanê û destnîşan kir ku li ku derê bibe bila bibe wê berxwedan eynî be. Yildiz anî ziman ku manewiyata Qada Galatasarayê gelek cuda ye û wiha got: “Ew der cihê hevdîtinê yê bi heval û windahiyên me re ye. Şûna gora nîşanî me nedan me ew der ji xwe re kiribû mesken. Îro li vir ne em windahiyên me tên darizandin.”
 
YÊN DARIZÎNIN EM IN
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî. Turkdogan diyar kir ku astengkirina çalakiyeke 700 hefteyan li heman cihî û bi heman rêgezan hatiye kirin nayê qebûl kirin û wiha got: “Kesên ku dozdar jî, yên darizînin jî, yên li edaletê digerin jî, yên dixwazin faîl hesabe bidin jî, yên li pêy heqîqetê digerin jî em in. Berxwedêrî û baweriya dayikan hêzê dide me hemûyan. Çalakiya me ya li Qada Galatasarayê dom diki wê heta faîl werin darizandin bidome.”
 
LI DIJÎ ÎNKARÊ DÎROKA HEQÎQETÊ
 
Herî dawî keça Fehmî Tosûn, Jiyan Tosûn a di dozê de tê darizandin metna daxuyaniyê xwend. Tosûn bi bîr xist ku edliye ne ji bo daxwazên edaletê bên bê deng kirin, ji bo edaletê belav bikin hene û anî ziman ku li Qada Galatasarayê li dijî înkarê dîroka heqîqetê nivîsîn û wiha got: “Me Galatasaray vegerand mekana hişê. Kesên bikaranîna mafên me yên makeqanûnî astengkirin, meqamên darazê yên guhên xwe girtin, kesên binçavkirinên hefteya 700’emîn kirin hêcet, bi awayekî derveyî hiqûq û wijdanê derbarê me de doz vekirin.”
 
TÊKOŞÎNA BI SALAN
 
Tosûn da zanîn ku dadgehê bi qebûlkirina vê îdeanameya ji aliyê darizandina cezayî ve tu delîlan pêşkeş nake, prensîbên bingehîn ên hiqûqê binpêkirine û wiha berdewam kir: “Mafê kombûna aştîxwaz di bin ewlehiya peymanên navnetewî û makekanûnê ye. Hilbijartina cihê kombûnê jî perçeyekî vî mafî ye. Astengkirina hevdîtinên Dayikên Şemiyê, qedexekirina Qada Galatasarayê, tundiya polîsan û astengkirina bikaranîna vî mafî derveyî hiqûqê ye.”
 
‘QAD CIHÊN GORÊN ME YE’
 
Tosûn destnîşan kir divê kesên bên darizandin yên faîlan diparêzinin û axaftina xwe whia bi dawî kir: “Qada Galatasarayê perçeyekî ji jiyana me ye. Dema em li windahiyên xwe geriyan em li wê qadê pîr bûn, zarokên me li wê qadê mezin bûn, nêviyên me li wê qadê hatin ser dine. Ew qad cihên gorên me ye."
 
DANIŞÎNÊ DEST PÊ KIR 
 
Piştî daxuyaniyê beşdar derbasî edliyê bûn û danişîna dozê dest pê kir. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi îdiaya "Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandê derketine" tên darizandin. Gelek parêzer, parlamenterên HDP'ê û CHP'ê û dayik û mirovên şemiyê tên darizandin di danişînê de amade bûn. Ji ber eywana 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê biçûk bû danişîn li eywana 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê tê dîtin. Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. 
 

Sernavên din

26/03/2021
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne