MÊRDÎN – Li Mêrdînê, ji 10 kesên hatibûn binçavkirin, 5 ji wan hatin berdan.
Li bajarê Mêrdînê, di serdegirtinên malan ên 20’ê Adarê de, bi hinceta xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji 10 kesan 5 jê sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin. Emîra Er, piştî îfade da dozger hat berdan. 4 kesên din jî, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrdînê hatin kirin.
Dadgehê derbarê Mehmet Selîm Aydogdu, Firat Kuçukaslan, Behram Atalan û Fehmî Kiliç de, biryara şertê kontrola edlî da û serbest berdan.