EDENE - Partiyên siyasî xwestin kesên di pîrozbahiya Newroza Edeneyê de hatine binçavkirin werin berdan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Yekîtiya Têkoşînê têkildarî kesên di pîrozbahiya Newroza Edeneyê de bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn û hatibûn binçavkirin daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat xwestin kesên di pîrozbahiyê de hatine binçavkirin werin berdan û hat destnîşankirin ku ew ê li dijî êriş û binçavkirinan paş ve gav neavêjin û têkoşîna xwe bidomînin.