Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin

img
DÎLOK - 2 sal berê, Ayten Beçet, li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li zindana Jinan a Gebzeyê xwe şewitand û tecrîd şermezar kir. Bi minasebeta salvegera çalakiya Ayten Beçet, dayika Ayten Fatma Beçet, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û xwest her kes li çalakiya gireva birçîbûnê xwedî derkevin û wiha got: “Tenê daxwazek me heye. Em dixwazin tecrîd rabe. Canê me şewitî, bila canê kesên din neşewite." 
 
Hevseroka Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD), Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 8'ê Mijdara 2018’an de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya ku li hemû girtîgehan belav bû û bi deh hezaran girtî ketin grevê di 30'ê nîzana 2019’an de girtiyan çalakiya xwe derbasî Rojiya Mirinê kir. 200 roj piştî çalakiyê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgeran dawî li çalakiyê anîn. Di çalakiya 200 rojan de li Girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet, li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê Medya Çinar, li Girtîgeha Xarpêtê Mahsum Pamay, li Girtîgeha Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç û li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ugur Şakar, bi armanca tecrîdê şermezar bikin bedena xwe dan ber agir û çalakî li dar xistin. 
 
2 sal berê îro di 23'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Jinana Gebzeyê Ayten Beçet li dijî tecrîdê  xwe şewitand. Îro salvegera çalakiya Ayten Beçet e. Beçet di roja 117’an çalakiya greva birçîbûnê de xwe şewitand û xwest tecrîd bi dawî bibe. 
 
KOÇ KIR Û TEV LI XEBATÊN ÇAND Û HUNERE BÛ 
 
Malbata Beçet, di salên 1990'an de ji Gundê Êkendî yê Navçeya Berwarî ya Sêrtê koç kirin. Ayten di sala 1991'an de li Dîlokê ji dayik bû. Dibistana sereteyî û lîse li Dîlokê xelas kir. Piştî lîse fakulteya endezyariyê qezenç kir, lê li şûna biçe fakulteya endezyariyê bixwîne, çû qeyda  xwe li Şaxa Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Mêrsînê kir û tev li xebatên çand û hunerê bû. 
 
9 SALAN GIRTÎ MA
 
Beçet, dema li Dîlokê xebatên çand û hunerê dikir, di sala 2008'an de polîsan ew binçav kir û bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Karataş a Edeneyê. Beçet 3 meh û 10 rojan girtî ma û di danişîna yekemîn de hat berdan. Beçet di sala 2011'an de dema li Mêrsînê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, polîsan vê carê li nexweşxaneyê ew binçavkirin û bi heman îdeayê girtin. Dadgehê vê carê dîsa Beçet şandin Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê. Beçet nêzî 2 salan li vir girtî ma, 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di sala 2013'an de der barê wê de 9 sal cezayê girtîgehê birî û ew serbest berda. Beçet, salek şûnde dîsa hat girtin û dîsa şandin heman girtîgeha Karataşê. Ji wir sewqî Girtîgeha Jinan a Mûşê kirin. Piştî 3 sal û 6 meh şûnde jî sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê kirin. Beçet, 1 sal û 9 meh şûnde di 23'ê Adara 2019’an de li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî. 
 
CENAZE REVANDIN
 
Ewil cenase şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dema malbata Beçet çûn cenazeyê Ayten Beçet ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bigirin, polîsan cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê revandin û bêyî malbatê birin Dîlokê. Hêj malbat gihiştibû Enqereyê dozgeriyê agahî da malbatê û diyar kirin ku cenaze birine Dîlokê. Malbat dîsa ji Enqereyê vegeriya Dîlokê. 
 
ŞAREDARIYÊ MALA ŞÎNÊ NEDA MALBATÊ 
 
Piştî malbat hatin Dîlokê xwestin bi merasimekê cenaze defin bikin. Lê polîsan destûr nedan û ewil xwest tenê 5 kes cenaze defin bikin. Piştî niqaşan polisan destûr tenê da 20 kesan. Malbatê di şev nîvê şevê de di bin dorpêça polîsan de bi 20 kesan cenaze defin kir. Lê piştre ji bo sersaxiyê Şaredariya Dîlokê mala şînê nedan ku malbat şînê dîne. 
 
 
'EZ BI KEÇA XWE SERBILIN IM'
 
Dayika Ayten Fatma Beçet, di 2'emîn salvegera çalakiya keça xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Fatma Beçet, anî ziman ku ewil hevjînê wê Sabrî Beçet agahî da wê û wiha got: "Eşek pir mezin bû. Lê piştî cenaze revandin êşa min mezintir bû. Piştî me cenaze teslîm girt jî astengiyan berdewam kir. Me cenaze girt, lê destûr nedan ku em bi merasimê defin bikin. Di ketina goristanê de em dan rawestandin. Li ketina goristanê hêjmara polîs û eskeran pir zêde bû. Em hemû ji maşîneyan daxistin. Em carek din asteng kirin. Tenê xwest 4-5 kes cenaze defin bikin. Me bi 4 kesan li ber ronahiya Ambulansê saet di 04.00’ê şevê de defin kir. Polîsan çek xistibûn serê me. Mala me 4 rojan dorpêç kirin. Destûr nedan ku xizm û merivên me bên ziyaretê û sersaxiyê. Destûr nedan em şîna xwe dînin. Di gotin 'Keça te terorîst e, em destûr nadin şînê dîne'. Lê keça min namûs û şerefa Kurdistanê bû. Ez serbilind û bi rûmet im." 
 
‘EM Ê SEROK AZAD BIKIN'
 
Dayik Fatma Beçet da zanîn ku keça wê nexweş bû û wiha lê zêde kir: "Ji ber nexweşiyê destûr nedan ku Ayten têkeve çalakiyê. Di telefonê de got 'Dema hevalên min di girevê de bin û ez ne di girevê de bim, pir bi zora min diçe' Ji ber tev li çalakiyê nebû 3 rojan giriya. Pir xemgîn dibû. BeşdarÎ pîrozbahiya Newrozê bû û wê rojê pir xweş derbas kir. Hevalên wê yên girtî gotin roja ku şehît bikeve bi hevre Newroz pîroz kirin. Ayten li qatê jor 2 name nivîsandin. Nameyek xist bêrîka xwe û yek jî xist ber sînga xwe. Wê rojê her dim dikeniya. Dew û ava fêkî da hevalên xwe. Hevalê wê gotin 'Tu îro çima zêde dikene' Ayten jî gotiye 'Ji bo hûn kêfxweş bin ez dikenim' Em ê bi ser bikevin. Em ê Serok Azad bikin û Kurdistanê rizgar bikin'"  
 
 
Beçet qala hevdîtina dawî ya telefonê kir û wiha axivî: "Keça min her tim dixwest piştgiriyê bide çalakiya girevê. Di axaftina telefonê ya herî dawî de got: ‘Dayê piştgiriyê bidin. Em aştiyê bînin. Hûn çima danakevin qadan û aştiyê naxwazin? Êdî bes e bila dayik negirîn. Eger em aştiyê nînin ezê xwe ji bo Kurdistanê feda bikim.' Di hevdîtina me ya dawî re got dê 10 - 20 rojan ne axive. Lê me fam kir k ev axaftina wê ya dawî bû. Roja din agahiya şehitbûna wê hat."
 
'BILA KESÊN DIN NEŞEWITIN' 
 
 
Beçet, da zanîn ku di roja 117'emîn a çalakiya greva birçibûnê de çalakî li dar xist û wiha bi dawî kir: "Tenê dixwest tecrîd bi dawî bibe. Canê me şewitî, bila canê kesên din neşewitin. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

24/03/2021
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî