ENQERE - HDP, ji bo betalkirina biryara xistina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû, wê serî li AYM’ê bide.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo betalkirina biryara xistina wekîltiya parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dide. Şandeyeke ji Gergerlîoglû, parlamenter û parêzeran pêk tê, wê sibe saet 10.00’an, bi navê “Betalkirina biryara xistina parlamenteriyê” serî li AYM’ê bide.