Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 116 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 95’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 78’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 24’emîn dewr girt, di roja 116’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 95’EMÎN DE YE 
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 95’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 78'AN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 78'an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

24/03/2021
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî