Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin

img
AMED - Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan di roja 113'an de berdewam dike. Kaya destnîşan kir ku dê çalakiya xwe bi ruh û coşa Newrozê berdewam bikin. 
 
Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 113'an de berdewam dike. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya beriya Newrozê daxuyanî da. Denîz Kaya di daxuyaniyêde anî ziman ku dê bi rûh û coşa Newrozê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Kaya, anî ziman ku Newroz strana berxwedanê ya gelan e ku li dijî polîtîkayên zilmê yên desthilatdaran rabûne ser piyan û got: "Newroz ji aliyekî ve mizgîniya biharê ye, li aliyê din jî navê wê rojê ye ku tirsa dilê qral û desthilatdarên li derveyî jiyana civakî ne. Bi wate û girîngiya rojeke bi vî rengî, em girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, salvegera 2633'an a cejna vejînê Newrozê, di serî de li Rêberê xwe ku bi rengekî bêhempa li Îmraliyê li ber xwe dide, li şehîdên me yên leheng, li gelan, li hemû canên ku li çiyê, deştê, bajaran li dijî zilma faşîzmê li ber xwe didin, pîroz dikin." 
 
 
'NEWROZ NÎŞANEYA HERÎ BEDEW A BERXWEDANÊ YE' 
 
Kaya, da zanîn ku di herikîna dîrokê de her tim berxwedêr çêbûne ku li ber zaliman rabûne û wiha lê zêde kir: "Newroz ku nîşaneya civakî ya herî bedew a berxwedanê ye, bi horsê Kawayê Hesinkar ê li mejiyê Dehaq ê zalim hate xistin, ew coş û moral daye gelan ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, têkoşîna bi hev re û yekîtiyê serketineke bêhempa bi xwe re tîne. Bi hezaran ji mirovên me ku destnîşan dikin, ku di bin siya Dehaqên vê demê de nikarin bijîn, li qadan, li meydanan bi tilîliyên berxwedanê govendê digerînin û di her şert û mercî de xwedî li kevneşopiya berxwedanê derdikevin. Di demeke wiha de ku em di salvegera 43'an a partiya xwe PKK'ê de ne, tê zanîn ku bi pejirandin û têgihiştina wate û girîngiya Newrozê em gihîştine vê astê. Avabûn û pêşveçûna PKK'ê ji Newrozê referansa xwe wergirtiye. Lewma Rêberê me dibeje 'PKK partiyeke Newrozê ye. Me belasebep bi PKK'ê dest bi vê rojê nekir'. PKK'ê bi bûyereke Newrozbûnê li jiyanê rawetiya. Di serî de ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta Sema, Ronahî, Berîvan, Rahşan, ji wir jî heta Zulkuf û Aytenan, bi dilsoziya bi şehîdên xwe yên Newrozê re em pîvana têkoşînê mezin dikin." 
 
'EM Ê BI COŞA NEWROZÊ ÇALAKIYÊ BERDEWAM BIKIN' 
 
Kaya, herî dawî da zanîn li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dibêjin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 27'ê Mijdarê û vir ve dewam dikin, bi coşa Newrozê didomînin û wila bi dawî kir: "Em ê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê ti carî tawîzê nedin. Serketina ku li dijî faşîzma qirker-dagirker li Garê hate bidestxistin, asta govenda berxwedanê ya jinan a li qadên 8'ê Adarê Newrozê pêşwazî dike. Em jî li zindanan coş û moralê gelê xwe bilind dikin û dibêjin ku berê me teqez li serketina pêngava me ya azadiyê ye. Çalakiya me ya berxwedanê ku bi rêxistinî û bernameyî dewam dike, li dijî her cûre polîtîkayên tasfiyekariyê sekneke xurtir nîşan dide û bi pêngava azadiyê, bi navê şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz dikin ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin, li ber xwe bidin."

Sernavên din

20/03/2021
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket