Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e

  • jin
  • 13:22 19 Adar 2021
  • |
img

ENQERE -Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî vekirina doza girtina partiyê da û got: “HDP, hevgirtina mîrateya jinane.” 

 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. 
 
Başaran, dest pê kê êrişên li dijî HDP’ê nirxandin û wiha axivî: “Serê vê sibê li tevahiya Tirkiyeyê bi dehan rêveber û endamên me di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî heye. Di demek tam de nîqaşên plana Çalakiya Mafê Mirovan tên kirin de ev binçavkirin çêbûn. Em baş dizanîn ku ev plana çalakiyê plana têkbirînê ye.” 
 
‘HDP PARTIYA JINAN E’
 
Başaran, dest nîşan kir ku vîna hevpar a gelan di rojên dawî de, bi êrişên tifaqa AKP-MHP’ê yên dijwar re rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Berî du rojan bi hincetên cuda wekîltiya hevalê me Omer Farûk Gergerlîoglû betal kirin. Ev darbeyek dîrokiye. Mîna hemû darbeyên din, darbeya li dijî jiyana hepar a li welate. Ev ne tenê mijara betalkirina wekîlekê û girtina HDP’ê ye. Weke kut ê zanîn HDP ji bo pêşeroja vî welatî şansek mezine. Îro dixwazin vî şansî ji holê rakin. HDP partiya jinan, kedkaran û hemû beşên civakê yên dixwazin dengê xwe bilind bikine. HDP partiya jinane. Îro bi girtina HDP’ê dixwazin darbeyê li têkoşîna jinan bidin. Em bang li hemû jinan dikiln. Werin em bi têkoşîna hevpar xwedî li hişmendiya hevpar derkevin û li dora HDP’ê kom bibin.”
 
DIVÊ FIKARÊN JI BO ÎMRALIYÊ BÊN DERBAS KIRIN
 
Başaran, bal kişand ser îdiayên têkildarî jiyana Ocalan jî û wiha bilêv kir: “Em baş dizanîn ku êrişîn heyî pir berfirehin. Ev demek dirêje li Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan tecrîdek mutlaq heye. Birêz Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, yekemîn car bi malbata xwe re hevdîtin bi telefonê kiribû. Di 14’ê Adarê de jî, li ser hin hesabên medya civakî yên anonim, îdiayên têkildarî jiyana Ocalan hatin parvekirin. Di bingeha van fikaran de pergala tecrîdê ya mutlaq heye. Îro li dijî vê tecrîdê li zindanan çalakiya greva birçûbûnê belav bûye. Di vê mijarê de desthilatdarî berpirsiyare. Birêz Ocalan jî mîna hemû girtiyan mafê wî yê hevdîtina parêzer û malbatê heye. Ev maf bi awayekê bêhez û bêhiqûq tê astengkirin. Deqeyek berî deqeyekê divê fikarên hatine avakirin bên derbaskirin û ragihandina bi Ocalan re bê pêşxistin.”
 
‘WERIN EM QADÊN NEWROZÊ TIJE BIKIN’
 
Başaran, banga tevlîbûna Newrozê kir û wiha got: “Werin em li dijî tecrîdê li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin. Em her tim bi berxwedan û têkoşînê, li dijî polîtîkayên qedexe û teslîmgirtinê yên desthilatdariyê derketin û li qadan me ev dengê xwe bilind kir. Emê bi coşa 8’ê Adarê, hîn zêdetir qadên Newrozê tije bikin. Mîna her serdemê, îro jî Newroz roja bilindkirina berxwedan û têkoşînê ye. Werin, em di Newrozê de li dijî tecrîdê dengê azadiyê bilind bikin. Werin em li dijî êrişên li ser HDP’ê dengê xwe bilind bikin. Werin em li dijî rejîma faşîst a ji bo me rewa tê dîtin serî hildin û bertekên xwe nîşan bidin. Werin em roja xwe ronî bikin. Werin em bi hev re li dora HDP’ê bibin xelek. HDP ne partiyeke lewhê û tenê avahiyeke. HDP fikir û ramaneke. Em di wê baweriyê de ne, emê li qadên Newrozê hîn zêdetir vê fikrê belav bikin.”
 

Sernavên din

20/03/2021
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket